Fotograf: Komîteyên Ciwanan / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan vê sibehê bi ser hin malan de girtine û 14 kes desteser kirine ku beşdarî çalakiya protestoyî ya li dijî biryara tayînkirinê ya Prof. Dr. Melih Buluyî ya ji bo rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê.
Tîmên Midûriyeta Beşa Ewhehiyê û tîmên taybet ên Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê vê sibehê bi ser 6 malan de girtine.
Hate diyarkirin ku, ew kes bi tohmeta ku “li dijî Qanûna Hejmar 2911ê derketine” û “li dijî karmendê wezîfedar derketine” hatine desteserkirin.
Ajansa Anadoluyê ragihandiye ku vê sibê 14 kes desteser kirine. Li gorî vê rewşê hejmara desteserkiriyan derketiye 36an. Kesên desteserkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ne.
Çi bûbû?
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Prof. Dr. Melih Bulu, berendamê hilbijartinê yê AKPyê ji bo rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê tayîn kir, 4ê Kanûna Paşiyê li ber avahiya zanîngehê çalakiyeke protestoyî ya girseyî pêk hatibû.
Akademîsyenên Zanîngeha Bogaziçiyê di dema merasîma wezîfegirtinê ya Melih Buluyî de pişta xwe dabûn avahiya rektoriyê û biryara tayînkirinê protesto kiribûn. Xwendekaran jî sloganên “em rektöre kayûm naxwazin” berz kiribûn û dawxaz ji Buluyî kiribûn ku dest ji wezîfeyê berde. Polîs deriyên zanîngehê bi kelemçeyan girtibûn û nehiştibûn xwendekar bikevin hundir.
Piştî çalakiya protestoyî polîsan duh (15ê Kanûna Pêşiyê) 17 xwendekar desteser kiribûn. Her weha li gorî zanyariyan polîs li 11 kesan jî digerin. (DŞ/FD)