Fotograf: Dilek Şen
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bertekên li dijî biryara tayînkirina Prof. Dr. Melih Buluyî ya ji bo Rektoriya Zanîngeha Bogazîçiyê berdewam in. Bulu di sala 2002an de li Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bûbû berendamê parlamenteriyê û Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê ew weke rektör tayin kiriye.
Xwendekar saet di 14.00ê de li Kampusa Başûrî ya Zanîngehê hatin ba hev ku Piştevaniya Bogazîçiyê, platforma xwendekarên serbixwe bangewaziyek kiribû.
Bi sedan xwendekar û dersdar beşdarî xwepêşandanê bûn ku sloganên “Em rektorê kayûm naxwazin”, “Ferman ya dewletê be zanîngeh yên me ne”, “Melih ka binêre, bê em çend kes in.” Her weha kaxizên ku li ser wan “Melîh ka bibêje, çima tu?” nivîsandibûn, bilind kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê, yên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) û yên Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ITU) beşdar bûn. Her weha karkerên Bimeksê jî bi slogana “karker û xwendekar dest bidin hev” piştgirî dan.
Di dema xwepêşandanê de polîsan midaxele li xwendekaran kir. Polîsan gaza rondikrêj avêtin ser xwendekaran û guleyên plastîk bera nav koma rojnamegeran dan ku xwepêşandan dişopandin. Her weha derb li hin rojnamegeran dan. (DŞ/NO/FD)