Komeleya Lêkolînên Kurdî, wê kûrsên Soranî, Hewramî û Kelhurî bide destpêkirin.
Kurs wê di 7ê Kanûna Pêşiyê de li ser ZOOMê bi awayekî onlîne dest pê bikin û wê 3 mehan dewam bikin.
Eyup Subaşî, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî ji Ajansa Mezopotamyayê re diyar kiriye ku cara yekemîn ew kûrsên Hewramî û Kelhurî didin û wiha gotiye: "Heya niha hem li Tirkiyeyê û hem jî li herêmê kûrsên zaravanên wiha nehatine dayîn. Ev xebata me destpêkek nû ye. Em ê ji bo zaravayên Soranî û Kelhurî polên cuda û ji bo Hewramî jî du polan vekin. Çawan ku me dest bi qeydên kûrsan kir, eleqeyek mezin hat nîşandan. Heya niha 300 kesî serlêdan kirin. Hîna jî qeydên me dewam dikin. Ger serlêdan zêdetir bibin, em ê polên nû vekin. Em ê bi 4 mamosteyan dest bi kûrsên xwe bikin."
"Li dijî asîmilasyonê ye"
Subaşiyî daye zanîn ku ew bi van kûrsên xwe, dixwazin pêşî li asîmilasyonê bigirin û wiha axiviye: "Em dixwazin bi qûrsên xwe pêşiya talokeyekê bigirin. Bi hewldanek taybet, tê xwestin ku kurd ji hev dûr bikevin. Em bi awayekê baş hev nas nakin. Ji bo ku em hevdu baş nas bikin, me dest bi vê kûrsê kir."
Roj û saetên qûrsan wiha ne:
Soranî: Duşem, di navbera saetên 20.00 û 22.00yan de,
Kelhurî: Pêncşem, di navbera saetên 20.00 û 22.00yan de,
Hewramî: Rojên Sêşem û Înê, di navbsera saetên 20.00 û 22.00yan de. (FD)