Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biryar hatiye stendin ku li dibistanên ku polên 8 û 12em tê de ne û dibistanên seretayî yên perwerdeya rû bi rû tê de dest pê kirine dê kantînên wan dibistanan ji 19ê Çiriya Pêşiyê pê ve were vekirin.
Di nivîsa ku bi imzeya Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdeyê ya Neteweyî ji bajaran re hatiye şandin de hatiye diyarkirin, di 21ê İlonê de li dibistanên seretayi polên 1em dest bi perwerdeya rû bi rû kirine. Di 12ê Çiriya Pêşiyê de jî polên 8em û 12êm derbasî perwerdeya rû bi rû bûne.
Di nivîsê de hatiye bibîrxistin, kantînên dibistanan ji 13ê meha Adara 2020an heta niha girtîne û weha hatiye gotin:
“Di vê pêvajoyê de xwediyê kantînan ji bo dahatê çi karekî din nekirine û me jî li gorî vê rewşê biryar dane kantînên ku di sazî û dibistanên ser bi Wezareta me de ne di 19ê Çiriya Pêşiyê de vebikin”(TP/AY)