Kargeha Medyaya Kurdî ya ku Atolye BIA li dar dixe roja 18 û 19ê Nîsanê berdewam kir ku li ser bernameya Zoomê û bi awayê online pêk hat.
Roja şemiyê ango 18ê Nîsanê wênegirê Reutersê, rojnameger Sertaç Kayarî behsa wêneyên ji bo nûçeyan kir. Kayar li gel tecbureyên xwe li ser girîngiya wêneyên nûçeyan sekinî.
Heman rojê nûçegîhana Dengê Amerîkayê, BBC tirkî yê, rojnameger Hatîce Kamerê dersa duyem da û wê jî behsa amadekirina podcastan û teknîka podcastan kir.
Kargeh roja duyem bi dersa kameramanê Artı TVyê, rojnameger Refîk Tekînî dewam kir. Tekîn bikaranîna kamerayê ya di nûçegîhaniya televizyonan de û pêvajoya amadekirinê ya ji bo van nûçeyan kir.
Di beşa duyem de jî bernameçêker û rojnameger Fatime Tekînê behsa rojnamegeriya li cihên şer û pevçûnan kir.
Kargeh wê di navbera 12 û 15ê Adarê de li Amedê pêk bihata. Lê ji ber belavbûna nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê ev bername hate betalkirin. Paşê jî biryar hate standin ku bi awayê online pêk were.
Kargeh di 12ê Nîsanê de destpê kiribû. Di dersa yekem de rojnameger Murat Bayramî behsa zimanê medyatîv ê bianet kurdiyê û rojnamegeriya edebî kiribû.
13ê Nîsanê jî Ferid Demirel, editorê bianet kurdiyê behsa qalibên hevpeyvînan, cidahiya di navbera hevpeyvîn û roportajan de kiribû. Ferîd Demîrelî bi mînak ji rojnamegeriya navnetewî, ya tirkan û hin mînakên rojnamegeriya kurdan re dabû.
Kargeh wê şemî û yekşemê (25 û 26ê Nîsanê bi dersên ji Ajansa Mezopotamyayê rojnameger Mehmet Ali Ertaş, ji Dengê Amerîkayê rojnameger Mahmut Bozarslan û ji Jinnewsê rojnameger Hatice Şahînê dewam bike. (FD)