Fotograf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, îdianameyek ji bo edîtorê Ajansa Mezopotamyayê û nivîskarê pirtûkxaneya bia zarokan Sedat Yilmazî amade kir.
Dozger Nûrî Şahîn îdianame amade kir ku ji 44 rûpelan pêk hatiye. Dozgerî, Yilmaz bi “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistina terorê ya çekdar” tohmet kiriye. Lê di îdianameyê de bi tenê çar caran navê Sedat Yilmazî derbas dibe.
Dozgerî di 41 rêpelên destpêkê yên îdianameyê de PKK û KCK penase kiriye û behsa dîroka wan kiriye. Hiyerarşi, kadro û sazûmaniya wan nîşan daye.
Her weha Arti TV, Zarok TV, rojnameya Yenî Yaşamê, Jin News û Ajansa Mezopotamya weke komîteya çapemeniyê ya rêxistinê diyar kiriye.
Cih daye îfadeyên şahide nepen yê bi navê Ûlaş û K8Ç4B3L1T5. Şahidê nepen ê bi navê Ûlaş beriya niha di doza girtina HDPyê de û doza Kobaniyê de jî derbas dibû. Her weha navê K8Ç4B3L1T5 jî di îdianameya 9 rojnamegeran de derbas dibû ku li Enqereyê 7 mehan girtî man.
Dozgerî behsa hevdîtinên wî yên bi hevkarên wî re kiriye
Dozgerî rapora trafîka telefona (hevdîtinên ku hatine kirin û cihên xwediyê telefonê lê bûne, bi rêya vê sîstemê tên diyarkirin) Sedat Yilmazî jî xistiye îdianameyê. Hevdîtinên Yilmazî bi xwuşka xwe Fîlîz Yilmazê re, bi hevkarên xwe rojnameger Dîcle Muftuoglû, Mehmet Alî Ertaş û Ozgur Paksoyî re kirine, weke sûc nîşan daye.
Heman dozgerî Yilmaz tohmetbar kiriye ku di dema Pêvajoya Çareseriyê de li Pirsûsê, navçeya Rihayê bû. Di îdianameyê de hatiye îdiakirin ku Yilmaz û kesên ji ber sûcên têkildarî rêxistinê tên tohmetkirin, li Pirsûsê di heman otele de mane û ev jî ne tesadif e.
Karûbarên li bankeyan kiriye di îdianameyê de ne
Dozger Şahanî di îdianameyê de cih daye rapora Saziya Lêkolînên Sûcên Darayî (MASAK) û gotiye Sedat Yilmaz gelek kêm karûbar li bankeyan kiriye.
Dozgerî bêyî hejmarê binivîsîn diyar kiriye ku piştî Îlona 2016an gelek pere ketiye hesabê bankeyê yê Yilmazî û piştî Adara 2017an jî Yilmazî ji hesabê xwe pere neşandine.
Her weha destnîşan kiriye ku piştî 2018an Yilmazî pere ji hesabê Yilmazî re nehatine û wî jî ti pere nekişandine û ev jî li derveyî xwezaya jiyanê ye. Dozgerî ev rewş weke ku Yilmazî “li gorî biryara nepenîtiyê ya rêxistinê tevgeriyaye” nûşan daye.
Di heman îdianameyê de dozger Şahanî behsa hesabê Facebookê yê Yilmazî kiriye û gotiye ku ji sala 2017an û vir ve tiştek neweşandiye û ev jî weke kiriye sedema tohmetbariyê. Her weha îdia kiriye ku Yilmazî “hesabên li gorî daxwaza rêxistinê nûçeyan çêdikin” şopandine lê Yilmaz ji ber vê bi propagandayê tohmetbar nekiriye.
Dozgerî di encamê de Sedat Yilmaz bi “endamtiya rêxisinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistina terorê” tohmet kiriye û îdianame şandiye Dadgeha 28an a Cezayê Giran a Enqereyê.
Lê Dadgeha 28an diyar kiriye ku tawanên navborî li Amedê pêk hatine û biryar daye ku ew ne erkdare dosyayê binirxîne. Dadgeha 28an di 21ê Îlonê de dosye şandiye Amedê. Dadgeha 28an di meha Tîrmehê de îdianameya ku dozgerî ji bo 19 kesan amade kiribû jî îade kiribû ku rojnameger Yilmaz û Dîcle Muftuoglû jî di nava wan de bûn. Yilmaz ji 3yê Gulanê û vir ve li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin. (HA/FD)