Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadweriya 1em a Silh û Cezayî ya Amedê rewşa girtîtiyê ya rojnameger Firat Can Arslanî nirxandiye.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînek dabû destpêkirin û di 25ê Tîrmehê de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Arslan Can, bi îdiaya “karmendên dewletê weke hedef nîşan daye” hatibû desteserkirin û hatibû girtin.
Duh dadgeh ji bo Can Arslanî civiyaye û parêzerên wî beşdar bûne.
Li gorî nûçeya MAyê, dozgerî xwestiye Arslan tehliye nebe û di girtîgehê de bimîne. Parêzer li hemberî vê daxwazê derketine û diyar kirine ku Arslanî karê rojnamegeriyê kiriye û wî zanyariyeke li ser malpera fermî ya Lijneya Dadwer û Dozgeran hatiye weşandin, belav kiriye. Parêzaan destnîşan kiriye ku biryara guherandina cihê dadwer û dozgeran mijara nûçeyê ye.
Parêzeran diyar kiriye ku di mijara girtina rojnameger Arslanî de armanceke hiqûqî nine û bi lêpirsinê, dixwazin rojnamegeran bitirsînin.
Parêzerên Firat Can Arslanî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bibîr xistine û gotiye, divê dawiyê li vê rewşa heyî bê dayîn û Arslan tehliye bibe.
Piştî parastinan, Dadweriya 1em a Aştî û Cezayî ya Amedê biryara xwe aşkere kiriye û gotiye, “delîlên berbiçav hene ku Arslanî sûc kiriye, şik û gûmanên maqûl hene û sûcê kiriye li gorî sûcên di Xala 100/3-ayê yên Qanûna Muhakemekirina Cezayan (CMK) de hatine nivîsîn e û biryara kontrola edlî wê têrê nekê.”
Ji ber van sedeman, daxwaza tehliyekirina rojnameger Arslanî nehatiye pejirandin.
Bixwîne - 5 rojnamager jî ji ber Retweetê hatine desteserkirin
Bixwîne - Rojnameger Arslan girtin, Sibel Yukler, Evrîm Denîz û Delal Akyuz serbest bûne
(EMK/FD)