Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Evrîm Kepenek, edîtora mafên Jinan û LGBTI+yan û nûnera cihê kar ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê(TGS) vê sibê di saet 10.00an de anîn Edliyeya Stebolê.
Polîsan dema Kepenek birin edliyeyê kelemçeya metal li deste wê xistine. Ewlekariya edliyeyê jî xwest ji rojnamegerên ku ji bo lêpirsînê bişopîne hatine edliyeyê re bibe asteng û gotin, “Ma destûra we heye ji bo dîmen girtinê” û “Ez nahêlim hûn li vir dîmenan bigirin.” Lê rêveberên ewlehiyê paşê karmendên xwe vekişandin.
Îfade dayîna Kepenekê a li dozgeriyê wê di saet 11.00an dest pê bike û heta wê kêliyê dê li nezareta edliyeyê bê girtin.
"Desteserkirina wê ne hiqûqî ye"
Îfadedayîna Kepenekê di saet 11.40an de destpê kir. Di dema îfadeya dadweriyê de parêzera Evrîm Kepenekê Meriç Eyubogluyê destnîşan kir ku muwekîla wê zêdeyî 20 sal in rojnameger e, cih û navnîşana wê diyar e û got: “Nabe ku ji ber nûçeyeke rojnamevanekî din were sûcdarkirin, biryara desteserkirina wê ne hiqûqî ye. .
Parêzer Ûlkû Şahînê jî got, "Muwekîla min rojnameger e, bi hinceta ku twîteke rojnamevanekî din retweet kiriye tê sûcdarkirin." Dema dosya bê lêkolînkirin divê biryara neşopandinê bê dayîn, hêmanên sûc derneketine holê û parvekirin karekî rojnamevanî ye.
Rojnameger Kepenek bi SEGBÎSê îfadeya xwe daye 1emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Amedê. Dadweriyê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Kepenekê daye. Her weha derketina derveyî welat ya Kepenekê qedexe kir û wê mehê carê îmzeyê bide.
Edîtora bianetê Evrîm Kepenek piştî serbest bû daxuyanî da û got: “Ez ji bo Tirkiyeyê xemgîn im ku min dît ku retweetkirin sûc e. Her wiha şerm e ku Fırat Can Arslan ji ber belavkirina zanyariya ku dê biba nûçe hat girtin.”
Çi bûbû?
Duh danê sibê nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz li Îzmîrê, Firat Can Arslan li Enqereyê û rojnamegera serbixwe Sîbel Yukler li Enqereyê hatin desteser. Piştre jî edîtora nûçeyan a bianetê ya Jinan û LGBTI+yan Evrîm Kepenek li Stenbolê polîsan bi ser mala wê de girt û ew desteserkirin. Rojnameger Evrîm Denîz jî li Midûriyeta Polîsan a Amedê hat desteserkirin.
Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Akyuz û Denîz sewqî dadgehê kir. Her weha dozger bê yî ku îfadeya Yukler û Arslan bigire ew sewqî dadgehê kirin.
Rojnameger Yukler, Denîz û Akyuz bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Arslan bi tohmeta ku “Kesên ku di têkoşîna dije terorê de wezîfedar bûye, hedef nîşan daye(TMK-6/1)” hat girtin.
2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Amedê ji bo biryara girtina Firat Can Arslan gotiye şertê kontrola edlî kêm dimîne.
Polîsan di dema lêgerîna li malê de dest danîn ser materyalên dijîtal yên Kepenekê û birayê wê.
Piştî lêgerîna li malê polîsan kelemçe li destê edîtora me xistin û desteserkirin. Piştî kontrola tenduristiyê Kepenek birin Midûriyeta Polîsan a Taksîmê ya Şehîd Haşîm Usta. Kepenek şev jî li nezareta vê derê de hat hîştin.
(HA/AY)