Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan bi ser mala edîtora mafên jinan û LGBTI+ yan ya bianetê Evrîm Kepenekê de girtin.
Polîsên Şaxa Ewlehiyê ya Qereqola Beyoglûyê îro danê nîvro bi ser mala Kepenek a li Beyoglûya Stenbolê de girtin.
Polîsan xwestin li malê lêgerînê pêk bîne. Li ser îtîraza Kepenek û hevalên wê, gazî mixtar hat kirin.
Polîs benda hatina parêzer nesekîne û bi hatina mixtar re tevî kamerayan li malê lêgerîn pêkanîn.
Piştî lêgerîna li malê polîsan kelemçe li destê edîtora me xistin û desteserkirin.
Polîsan di dema lêgerîna li malê de dest danîn ser materyalên dijîtal yên Kepenekê û birayê wê.
Piştî lêgerîna li malê polîsan kelemçe li destê edîtora me xistin û desteserkirin. Piştî kontrola tenduristiyê wê Kepenekê bibin Midûriyeta Polîsan a Taksîmê ya Şehîd Haşîm Usta.
Polîsan diyar kir ku ew Kepenekê di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hatiye destpêkirin de desteser dikin. Hat gotin ku Kepenek bi îdiaya ku “wezîfedarê dewletê hedef nîşan daye” desteserkirine.
Her weha rojnameger Sîbel Yukler îro di saetên sibê de li Enqereyê li mala xwe, Delal Akyuz li Îzmîrê û Fîratcan Arslan jî li Amedê hatin desteserkirin.
(RT/AY)