Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan di 6ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de dema xwendekaran li Beyazita Stenbolê Lijneya Bilind a Hindekariyê (YOK) protesto dikirin, xwestin Beyza Kural, nûçegîhana bianetê desteser bikin. Her weha xwestibûn destê wê li paş wê kelemçe bikin. Di doza Kûralê de geşedanek nû çêbûye.
Dadgehê ji ber sûcê "binpêkirina azadiya karî" 6 hezar TL cezayê pereyan li polîsê bersûc N.D.yî biribû. Her weha di biryara xwe de diyar kiribû ku ev ceza li 10 mehan bê parvekirin û bi vî rengî bê dayîn û her weha bicihanîna cezayî taloq bibe. 23emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Edliya Herêmî ya Stenbolê(Istinaf) ev ceza betal kiriye.
Dadgehê wekî hincet nîşan daye ku 35emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê cezayê bingehîn li ser sînorê jêrîn nedaye.
Ji ber vê yekê 35êmîn Dadgeha Cezayê Esliyê ya Stenbolê biryar daye ku wê di 10ê Çiriya Pêşiyê de polîsan ji nû ve dadgeh bike.
Bixwîne - Polîsên tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiribûn wê werin dadgehkirin
Çi bûbû?
Polîsan di 6ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de dema xwendekaran li Beyazita Stenbolê Lijneya Bilind a Hindekariyê (YOK) protesto dikirin, xwestin Beyza Kural, nûçegîhana bianetê desteser bikin. Her weha xwestibûn destê wê li paş wê kelemçe bikin.
Di vê navberê de polîsekî bi dengekî bilind got “Wê êdî ti tişt nebe weke berê, em ê vê nîşanî we bidin.” Li ser midaxeleya rojnamegerên din Kural serbest bûbû.
Beyza Kuralê giliyê polîsan kiribû lê lêpirsîna wan nehatibû kirin û dadgehan bi sedema ku “erka xwe ya bikaranîna tundiyê derbas nekiriye” serlêdana Kuralê qebûl nekiribûn.
Dadgeha Desthura Bingehîn di biryara xwe de diyar kiribû ku karta saziyê ya zer a rojnamegeriyê di stuyê Beyza Kuralê de bûye û kamerayan liv û tevgerên polîsan qeyd kiriye.
Dadgehê her weha diyar kiribû ku polîsan Kural asteng kirine û nehiştine ew karê xwe yê pîşeyî bike. (HA/AY)