Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku Berpirsê Giştî yê Weşanê yê TELE1ê Menar Yanardag beşdarî bernameya bi navê “4 Pirs 4 Bersiv”ê bûbû û hatibû girtin, Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) biryar dabû ji bo 7 rojan TELE1 bê girin.
Dadgehekê ev biryar betal kiriye.
Parêzerên kanalê serî li Dadgeha Rêvebiriyê ya 4an a Enqereyê dabû û dadgehê biryar daye ku ew biryara RTUKê betal bibe. Li gorî vê encamê, wê TELE1 neyê girtin.
Dibe ku lisansa wê betal bibe
RTUKê li gorî xala 8/ayê ya Qanûna Derbarê Xizmetguzariya Sazî û Weşanên Radyo û Televîzyonan de ev biryar dabû. Li gorî vê, di nava salekê de sê caran ev xal bê binpêkirin, dikare lisansa wê saziya medyayê bê girtin.
RTUKê beriya niha jî ji ber heman xalê ceza dabû TELE1ê. Ev biryara ku dadgehê bitenê bicihanîna wê betal kiriye, cezayê duyem e. Biryara esasî ya dadgeh wê bide, dibe bibe sedema betalkirina lisansa TELE1ê jî.
Çi bûbû?
Merdan Yanardagî di bernameya bi navê “4 pirs 4 bersiv” a TELE1ê de gotinên derbarê ‘pêvajoya çareseriyê’ de yên parlamenterê AKPyê yê Amedê Galîp Ensarîoglûyî rexne kiribû.
Parlamenterê AKPyê Mehmet Alî Çelebiyî cihê ku Yanardagî behsa tecrîda li ser Abdûllah Ocalanî dikir qut kiriye û weşandiye. Di wê videoyê de ya ku Çelebiyî weşandiye, Yanardagî gotiye, “Cihê tecrîda li Abdûllah Ocalanî tê sepandin di ti hiqûqê de nîne. Divê were rakirin. Nikare bi malbata xwe û parêzerên xwe re jî hevdîtinan biki. Ma sîstemeke bi vî rengî ya bicihanîna cezayan dibe? Abdûllah Ocalan kesekî jîr û zana ye ku gelek pirtûkan dixwîne, siyasetê rast şîrove dike, rast dibine û rave dike.”
Yanardagî di dewama vîdeoyê de gotiye, “Dema em li Îmraliyê dinerin, ez behsa kesekî wisa dikim ku Abdûllah Ocalenê 70 saliya xwe derbas kiriye û divê em qebûl bikin ku demeke direj e, 25 sal in bênavber di girtîgehê de ye û di tecrîdê de ye.
“Girtiyê siyasî yê dirêjtirîn dem e girtî ye li Tirkiyeyê. Ger yasayên bicihanîna cezayan a asayî pêk bihata, diviyabû ku serbest bimîne, zindanîkirina li malê hwd. Cihê vê tecrîda li Abdûllah Ocalanî tê sepandin di ti hiqûqê de nîne. Divê rabe. Em nabînin, nabihîzin, nîqaşê nakin. Em nizanin ew dişopîne yan naşopîne.
“Lê te ew li wir di destê xwe de dîl girtiye, tu bazarê bi zilamî re dikî. Di ser vê re jî tu gefan dixwî. Nikare hevdîtinê bi malbata xwe re bike, bi parêzerên xwe re bike. Ma sîstemeke bi vî rengî ya bicihanîna cezayan dibe? Abdûllah Ocalan ne kesekî wisa ye ku hûn wî cidî negirin. Hema bêje di girtîgehê de bûye filozof, ji xwendinê bêhtir tiştekî nake.”
Piştî van gotinan RTUKê lêpirsîna TELE1ê kiriye. Paşê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê bi tohmeta ku "pesnê sûc û sûcdaran daye" û "propagandaya rêxistina terorê" kiriye lêpirsîna bûyerê kiribû. Yanardag beşdarî weşaneke taybet bû ku di wir de gotibû gotinên wî hatine berovacîkirin. Di dema weşanê de polîs çûbûn avahiya TELE1ê û Yanardag desteser kiribûn. Paşê jî dadgehê ew girtibû.
Derbarê Yanardagî de îdianameyek hatiye amadekirin. Li gorî vê îdianameyê, dozger bi tohmeta ku "bi rêya çapemeniyê pesnê sûcdar û sûcan kiriye" û "bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistina terorê kiriye", xwestiye Yanardaj ji sal û 6 mehan heta 10 sal û 6 mehan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.
Yanardag wê di 4ê Çiriya Pêşiyê de derkeve pêşberî hiyeta dadgehê. (HA/FD)