Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yanardag di bernameya “4 pirs 4 bersiv”ê de diyar kiribû ku Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan di tecrîdê de ye. Paşê ew bûbû hedef û bi îdiaya ku “pesnê sûcdaran û sûcan daye” di 27ê Hezîranê de hatibû girtin. Dadgehê daxwaza berdana rojnameger Merdan Yanardagê qebûk nekiriye.
Li gorî nûçeya Tele1ê lêkolîna îdianameya ku ji 30emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re hatiye şandin temam bûye. Dadgehê îdianame qebûl kiriye. Dadgehê biryara girtîmayîna Yanardagî daye.
Dadgeh dê di 11ê Tebaxê de girtina Yanardag careke binirxîne. Ger li vir de jî biryara berdewamkirina girtinê bide dê di 8ê Îlonê de nirxandineke nû bê kirin.
Yanardag dê di 4ê Çiriya Pêşiyê de derkeve pêşberî dadgehê.
Dozgeriyê di îdianameyê da bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina terorê kiriye" û "pesnê sûc û sûcdar daye" 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji bo Yanardag xwestiye.
Çi bûbû?
Merdan Yanardagî di bernameya bi navê “4 pirs 4 bersiv” a TELE1ê de gotinên derbarê ‘pêvajoya çareseriyê’ de yên parlamenterê AKPyê yê Amedê Galîp Ensarîoglûyî rexne kiribû.
Parlamenterê AKPyê Mehmet Alî Çelebiyî cihê ku Yanardagî behsa tecrîda li ser Abdûllah Ocalanî dikir qut kiriye û weşandiye. Di wê videoyê de ya ku Çelebiyî weşandiye, Yanardagî gotiye, “Cihê tecrîda li Abdûllah Ocalanî tê sepandin di ti hiqûqê de nîne. Divê were rakirin. Nikare bi malbata xwe û parêzerên xwe re jî hevdîtinan biki. Ma sîstemeke bi vî rengî ya bicihanîna cezayan dibe? Abdûllah Ocalan kesekî jîr û zana ye ku gelek pirtûkan dixwîne, siyasetê rast şîrove dike, rast dibine û rave dike.”
Yanardagî di dewama vîdeoyê de gotiye, “Dema em li Îmraliyê dinerin, ez behsa kesekî wisa dikim ku Abdûllah Ocalenê 70 saliya xwe derbas kiriye û divê em qebûl bikin ku demeke direj e, 25 sal in bênavber di girtîgehê de ye û di tecrîdê de ye.
“Girtiyê siyasî yê dirêjtirîn dem e girtî ye li Tirkiyeyê. Ger yasayên bicihanîna cezayan a asayî pêk bihata, diviyabû ku serbest bimîne, zindanîkirina li malê hwd. Cihê vê tecrîda li Abdûllah Ocalanî tê sepandin di ti hiqûqê de nîne. Divê rabe. Em nabînin, nabihîzin, nîqaşê nakin. Em nizanin ew dişopîne yan naşopîne.
“Lê te ew li wir di destê xwe de dîl girtiye, tu bazarê bi zilamî re dikî. Di ser vê re jî tu gefan dixwî. Nikare hevdîtinê bi malbata xwe re bike, bi parêzerên xwe re bike. Ma sîstemeke bi vî rengî ya bicihanîna cezayan dibe? Abdûllah Ocalan ne kesekî wisa ye ku hûn wî cidî negirin. Hema bêje di girtîgehê de bûye filozof, ji xwendinê bêhtir tiştekî nake.”
Paşê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê bi tohmeta ku "pesnê sûc û sûcdaran daye" û "propagandaya rêxistina terorê" kiriye lêpirsîna bûyerê kiribû. Yanardag beşdarî weşaneke taybet bû ku di wir de gotibû gotinên wî hatine berovacîkirin. Di dema weşanê de polîs çûbûn avahiya TELE1ê û Yanardag desteser kiribûn. Paşê jî dadgehê ew girtibû. (VC/AY)