Îdianameya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Midûrê Karên Nivîsan ê TELE1ê Merdan Yanardagî de hatiye amadekirin, 30emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê qebûl nekiriye.
Dadgehê îdianameya derbarê Merdan Yanardagî de qebûl nekiriye. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi tohmeta ku Yanardagî "propagandaya rêxistina terorê kiriye" û "pesnê sûc û sûcdar daye" were cezakirin.
Lê belê 30emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îdianameya dozgeriyê qebûl nekiriye.
Yanardagî çi gotibû?
Merdan Yanardagî di bernameya bi navê “4 pirs 4 bersiv” a TELE1ê de gotinên derbarê ‘pêvajoya çareseriyê’ de yên parlamenterê AKPyê yê Amedê Galîp Ensarîoglûyî rexne kiribû.
Parlamenterê AKPyê Mehmet Alî Çelebiyî cihê ku Yanardagî behsa tecrîda li ser Abdûllah Ocalanî dikir qut kiriye û weşandiye. Di wê videoyê de ya ku Çelebiyî weşandiye, Yanardagî gotiye, “Cihê tecrîda li Abdûllah Ocalanî tê sepandin di ti hiqûqê de nîne. Divê were rakirin. Nikare bi malbata xwe û parêzerên xwe re jî hevdîtinan biki. Ma sîstemeke bi vî rengî ya bicihanîna cezayan dib? Abdûllah Ocalan kesekî jîr û zana ye ku gelek pirtûkan dixwîne, siyasetê rast şîrove dike, rast dibine û rave dike.”
Yanardagî di dewama vîdeoyê de gotiye, “Dema em li Îmraliyê dinerin, ez behsa kesekî wisa dikim ku Abdûllah Ocalenê 70 saliya xwe derbas kiriye û divê em qebûl bikin ku demeke direj e, 25 sal in bênavber di girtîgehê de ye û di tecrîdê de ye.
“Girtiyê siyasî yê dirêjtirîn dem e girtî ye li Tirkiyeyê. Ger yasayên bicihanîna cezayan a asayî pêk bihata, diviyabû ku serbest bimîne, zindanîkirina li malê hwd. Cihê vê tecrîda li Abdûllah Ocalanî tê sepandin di ti hiqûqê de nîne. Divê rabe. Em nabînin, nabihîzin, nîqaşê nakin. Em nizanin ew dişopîne yan naşopîne.
“Lê te ew li wir di destê xwe de dîl girtiye, tu bazarê bi zilamî re dikî. Di ser vê re jî tu gefan dixwî. Nikare hevdîtinê bi malbata xwe re bike, bi parêzerên xwe re bike. Ma sîstemeke bi vî rengî ya bicihanîna cezayan dibe? Abdûllah Ocalan ne kesekî wisa ye ku hûn wî cidî negirin. Hema bêje di girtîgehê de bûye filozof, ji xwendinê bêhtir tiştekî nake.” (NT/AY)