Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tirkiye hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê li pey xwe hişt. Wekî ku rêxistinên rojnmageriyê, Lijneyên Konseya Ewropayê û AGITê destnîşan kirine, bi medyaya ku ji sedî 85ê wan di bin kontrola desthilatê de ye hilbijartin bi awayekî adil, bêalî û şefaf nehatiye birêvebirin.
Rojnameger Sînan Aygul li Tetwanê piştî nûçeyên li ser gendeliyê çêkir rastî êrîşeke giran hat û Gerînendeyê Karên Nivîsê yê TELE1ê Merdan Yanardag jî hat girtin. Ev herdu bûyer ne tenê li Tirkiyeyê, li qada navneteweyî jî weke nîşaneyên zextên li dijî azadiya çapemeniyê yên piştî hilbijartinan hatiye nirxandin û şermezarkirin.
20 saziyên navneteweyî di nameyeka hevpar de bang li Ispanyaya ku Serokatiya Demkî ya Konseya Yekîtiya Ewropayê girtiye ser milê xwe, kiriye ku di têkiliyên bi dewleta Tirk re azadiya çapemeniyê û mafên mirovan di rêza herî pêş û navendî de bihêle. Bi rastî jî Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya RSFyê de 16 pile ket û di nav 180 welatan de di rêza 165an de cih girt.
Li gorî Rapora Çavdêriya Medyayê ya BIAyê ya di navbera Nîsan - Hezîranê de, girtina bi komî ya rojnamegerên Kurd, girtina Merdan Yanardağ û dozên li dijî Îsmaîl Saymaz, Canan Coşkun, Bariş Pehlîvan û Mensûr Çelîk jî nîşanda ku qanûnên Têkoşîna li dijî Terorê ji bo armancên siyasî hê jî tên bikaranîn.
Ji 196 bersûcan 9 kes hatin cezakirin
Li gorî Rapora Çavdêriya Medyayê ya BIAyê, di 3 mehên dawî de herî kêm 141 rojnameger an jî nûnerên medyayê di çarçoveya Qanûna Cezayê ya Tirkan, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, Qanûna bi hejmara 2911an a Xwepêşandan, Meş û Civînan û Qanûna Fînansmaniya Terorê de hatin darizandin, Piraniya dozên navborî bi hincetên "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya terorê" hatin vekirin. Dozên ku derbarê 38 rojnamevanan de hatine vekirin nû ne, 31 ji wan di sûcê “endamtiya rêxistinê” de hat darizandin hin ji wan ji salekê zêdetire mehkemeya wan çênebûye û hemû nûnerên medyaya Kurd in k udi girtîgehê de ne. Di vê heyamê de 32 rojnameger bi îdiaya ku “heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye” û 23 jî bi îdiaya ku “heqareta li Serokomar kiriye” hatin darizandin. Di vê rewşê de hejmara rojnamegerên bersûc ên di rapora sê mehane de hatiye diyarkirin digihêje 196an.
Ji 196 rojnamegerên navborî 9 jê bi giştî 8 sal 5 meh û 10 roj (6 sal 9 meh û 10 roj taloqkirin) û 4 hezar û 500 TL cezayê pereye edlî stendin.Ji 3 rojnamegeran bi îdiaya ku "daneyên şexsî bi awayekî bê hiqûqî weşandine" doz hat vekirin. Yek jê bi îdiaya “Heqaret li Serokomar kiriye”, yek ji ber sûcê “heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye”, yek ji ber sûcê “heqaret li nirxên olî”, yek ji ber sûcên “heqaret li saziyên dewletê kiriye”, yek jî ji ber sûcê “pesnê sûcdar daye” hatiye girtin.
Agahiyên di raporê de wiha ne:
Di nava 8 salan de 74 rojnamegeran ji ber "Erdogan" hatine cezakirin
Di qonaxa Nîsan û Hezîranê de herî kêm 23 rojnameger û karîkaturîst (Sedef Kabaş, Bariş Pehlivan, Ozan Alper Yurtoglu, Hakki Boltan, Ramazan Yurttapan, Haydar Ergül, Selçuk Uçar, İbrahim Aydin, Mustafa Kömüş, Gokay Başcan, Gerliard Ağcaac, Baransel Ağcaac). Serdema Nîsan-Hezîranê Biard, Laurent Sourisseau, "Alice", Ahmet Sever, Deniz Yucel, Levent Gultekin, Merdan Yanardag, Hayko Bagdat, Erk Acarer, Rustem Batum, Mehmet Baransu) bi hinceta ku 'heqareta li Serokkomar kirine' doz li wan hatiye vekirin. Bi giştî cezayê ku ji van dosyayan tê xwestin 107 sal û 4 meh cezayê girtîgehê ye.
Levent Gultekîn û Mehmet Baransu ji van dosyeyan beraetkirine, edîtorê polîtîkaya rojnameya BirGûnê Gokay Başcan jî 11 meh û 20 roj cezayê taloqkirî yê girtîgehê stendiye. Lê mixabin, dadgehên herêmî yên li Tirkiyê, tevî pêşniyara Komîsyona Venedîkê ya ji bo betalkirina xala "heqareta li Serokomar" û biryara Vedat Şorli ya di Çiriya Pêşiya 2021an de DMMEyê dabû, darizandinên bi xala 299an a Qanûna Cezayê Tirk(TCK) hê didomîne.
Ji dema ku Erdogan di Tebaxa 2014an de wek Serokomar hat hilbijartin heta niha hejmara rojnamegerên ku cezayê girtîgehê an jî cezayê pereyan lê hatin birîn derket 74an.
Li 32 rojnamegeran dozen “heqaretê” vekirine
Di heyama Nîsan-Hezîranê de herî kêm 32 rojnameger bi hincetên ku "heqareta li wezîfedarê dewletê kiriye", "heqaret" û îftîrayê” hatin darizandin, 16 ji wan ji ber giliyê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê yê wê demê yê AKP'yî Mustafa Varank û Parêzerê berê yê Erdogan Mustafa Dogan Înal, Alîkarê Serokê Giştî yê Koma Medyayê ya Turkuvaz Serhat Albayrak û zavayê Serokomar Berat Albayrak tên dadgehkirin. Di vê qonaxê de 4 rojnamegeran ji sûcê "heqareta li wezîfedarê dewletê" beraet kirine, yek jî 11 meh û 20 roj cezayê taloqkirî yê girtîgehê stendiye.
Di heman qonaxê de di 6 dozên tazmînatê yên bi giştî 1 milyon û 70 hezar TL de li 4 rojnameger û 2 rojnameyan hatin vekirin. Her weha dadgehê doza tazmînata 150 hezar TL ya zavayê Serokomar Erdogan û Gerînendeyê Teknîkî yê Şîrketa Parastinê ya Baykarê Selçûk Bayraktar a derbarê Rojnameger Şîrîn Payzînê de hatibû vekirin red kiriye.
236 nûçeyên onlîne sansur kirine
Di sê mehên dawî de Dadweriyên Aştî û Cezayan an jî Yekîtiya Dabînkirina Xwegîhandinê ji bo îdiayên derbarê gendelî û bertîlxwarinê de ji rojevê derxin, bi kêmanî 236 nûçe û naverokên online asteng kirine.
Biryarên astengkirinê bi mahneya “mafên şexsî” hatine dayîn. Yek ji mijarên ku Dadweriya Cezê û Aştiyê ket rojevê ew bû ku astengkirina 180 nûçeyên derbarê Wezareta Tenduristiyê de bû. Ji ber îdiayên ku Abdulbakî Dakak ê 12 salî li nêzî medreseya qaçax a girêdayî Weqfa Samerqendê ya ku li Şanliurfayê lê dima û îstismara zaroka 2 salî ya li Zonguldakê ji ber astengkirinê nehat xwendin.
Taşçiyî bertek nîşanî Serokê RTUKê daye
Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) div an sê mehan de jî li dijî weşangeriya televîzyonan biryar dane ku bêalîgiriya xwe binpê kiriye. Saziyê 12 caran cezayê pereyan li saziyên televîzyonan biriye. Cezayê ku saziyê biriye li ser hev 2 milyon û 184 hezar û 984 TL ye. Her weha RTUKê pênc caran weşanên kanalên televîzyonan sekinandine.
Serokê RTUKê Ebûbekîr Şahînî ragihandiye ku ji ber tawana “hewl dane gel biçûk bixin” lêkolîna Halk TV, Tele1, KRT, Flash Haber û SZC TVyê dikin. Endamê RTUKê Îlhan Taşçiyê ji kontenjana CHPyê hatiye hilbijartin, gotiye “Birêz Ebûbekîr Şahîn ji xwe we biryara xwe daye” û bertek nîşan daye.
Dadgeha Destûrê bêdeng e, serî li DMMEyê didin
Di navbera mehên Nîsan û Hezîranê de Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo mafêp rojnamegeran ti biryarek nedaye.
Malbata rojnameger Nazim Babaoglûyê ku di 12ê adara 1994an de li Siwêregê, navçeya Rihayê hatibû desteserkirin û careke din agahî jê nehatibû wergirtin, di sala 2018an de serî la Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Malbatê di serlêdanê de gotibû ku “mafê wî yê jiyanê hatiye binpêkirin”. Di van sê mehan de dadgehê biryara xwe ya ji bo vê serlêdanê aşkere kiriye. Dadgehê ji ber sedema ku rêyên serlêdanê yên derbarê “mafê wî yê jiyanê hatiye binpêkirin” bi temamî nehatine bikaranîn, serlêdan qebûl nekiriye.
Serokê Koma Medyayê yê Samanyoluyê Hîdayet Karaca di “Operasyona Taşhiyeciyan” de hatibû girtin. Parêzerên wî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMMeyê biryara xwe ya derbarê vê serlêdanê de aşkere kiriye. Dadgehê gotiye ku “ji bo girtinê şik û gûmanên aqilane hebûn lê biryarên ku dema girtina wî dirêj kirine, ne aqilane ne” û Tirkiye bi 18 hezar Euroyî ceza kiriye.
Biryarên ku DMMEyê ji bo “azadiya xweîfadekirinê” didan, êdî kêm bûne. Lê li Tirkiyeyê ji ber binpêkirina mafên xwe, hîna jî rojnameger bênavber serî li DMMEyê didin. 16 jê girtî 21 rojnamegerên k udi 8ê Hezîrana 2022yan de li Amedê hatibûn desteserkirin, serî li DMMEyê dane û gotine ku mafên wan ên azadiyê û ewlehiyê hatine binpîkirin.
Ji bo rojnamegeran mafparêzî ne hêsan e
Di van sê mehan de li Şarkoyê, navçeya Tekîrdagê, Elezîz, Wan, Enqere û Stenbolê bi kêmanî heşt rojnameger (Denîz Onal, Yakûp Onal, Gokhan Bîçîcî, Yavûz Selîm Demîrag û yen din) ji bo kesên tundkarî li wan kirine bên cezakirin, têkoşîn dane. Hewldanên bi vî rengî, balê dikişinin astengiyên li ber lêgerîna mafparêzan û ew bi xwe dihêle rojnamegerên “gilîkar” bibin hedef. Li Wanê rojnamegerê “gilîkar” Îdrîs Yilmaz hatiye cezakirin, giliyên ku foto-nûçegîhanê AFPyê Bûlent Kiliç û Sîbel Hurtaşê bê encam hatine hiştin, ji ber giliyê ku polîsî kiriye, doz hatiye vekirin.
Ogûz Demîr, bi îdiaya ku di 24ê Kanûna Paşiyê ya 1993yan de bombe xistiye wesayita rojnameger Ûgûr Mûmcûyî û bûye sedema kuştina wî tê dadgehkirin. Ji ber ku Demîr peyda nabe, bi rêya Interpolê li wî diğerin lê ev 30 sal in nehatiye dîtin. Dosyaya kuştina Mûmcûyî balê dikişine astengiyên zehmet ên di kuştinên siyasî de nayên derbaskirin.
Rojnamegerên yewnanistanî Kyriakos Finas, Victoras Antonopoulos û Konstantinos Zilos li herêma erdhejê hatibûn astengkirin û erkdarên Serokatiya Karûbarên Olî kamera û kelûpelên wan parçe kiribûn. Rojnamegeran bi rêya Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) giliyê berpirsan û berpirsiyaran kirine.
Di sê mehan de pênc rojnameger ji kar hatine derxistin
Di navbera mehên Nîsan û Hezîranê de bi kêmanî pênc rojnameger an neçar man dest ji kar berdin an jî wan û rêvebiriyên saziyên medyayê ji ber politikaya weşanê an jî pêvajoyên edîtoriyê li hev nekirine, dest ji kar berdane. Di van sê mehan de navê rojnameya Cûmhûriyetê, televizyonaa TV100, Halk TV û HaberTurkê bêhtir derbas bû. (EÖ/AY-FD)