Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Nûçegihanê Karşi Mahalleyê Sezgîn Kartal ê ku di 10ê Kanûna Paşiyê Roja Rojnamegerên di Xebitin de hatibû desteserkirin û bi tohmeta ku "endamê rêxistinê" hatibû girtin. Kartal di duyemîn danişîna doza xwe de piştî 160 rojan hatiye berdan.
Danişîn li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye û Kartal ji Girtîgeha Marmarayê (Silivriyê) tevî cendirmeyan anîne danişînê. Kartal ji aliyê parêzer Merîç Eyûboglûyê ve hatiye parastin. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Celal Firat jî tevlî danişînê bûye.
Di danişîna dozê de Sezgîn Kartal gotiye, “Min di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de tu carî gotarek ku pesnê tu rêxistinê bide nenivîsandiye. Ger ez endamê rêxistinê bûma, ez 14 salan li heman navnîşanê nedimam. Min nekarî bi rihetî bigerim û li otêlan bimînim. Tevî ku ez ne endam im jî ev 6 meh in di girtîgehê de me. Ez daxwaza berdana xwe dikim."
Dozgerê danişînê xwestiye rojnameger Kartal girtî bimîne.
Piştî navberê dadgehê derketina derveyê welat ya Kartalî qedexe kiriye û bi şertê kontrola edlî azad kiriye.
Her weha dadgehê danişîn taloqî saet 11.20ê 31ê Çiriya Pêşiya 2023an kiriye.
(HA/AY)