Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Ardil Batmaz di 26ê Nîsana 2022an de dema li Xarpêtê serdana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mûrat Kurum dişopand, ji aliyê polîsê pasewan ve hatibû derpkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî gilîkirinê Serdozgeriya Komarî ya Xarpêtê têkildarî derpkirina Batmazî îdianame amade kiriye.
Di îdianameyê de hatiye xwestin ku polîsê pasewanê şaredarê AKPî Şahîn Şerefogûllari yê bi navê O.F.T bi tohmeta ku “bisivikî birîndar kiriye” were cezakirin û ji hin mafan bêpar were hîştin.
Di îdinameyê de dozgeriyê cih daye îfadeyên O.F.T. jî. T. di îfadeya xwe de îdia kiriye ku rojnameger Batmaz qerta xwe yê rojnamegeriyê nîşanî wî nedaye, wî midaxeleyeke fîzîkî nekiriye û çi kiribe jî di çarçoveya peywira xwe de kiriye.
Danişîna destpêkê a doza wê di 15ê Hezîranê de li 5emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Xarpêtê bê lidarxistin.(AS/AY)