Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Wanê destûr nedaye lêpirsîna polîsê bi navê M.K.yî bibe ku di 1ê Gulana 2022yan Roja Aştiyê ya Cîhanî de dema bernameya HDPyê dişopandin derb li rojnameger Mesût Bagci, Bêrîvan Kûtlû, Zelal Tûnç û Elfazî Toralî dabû û gef li wan xwaribû.
Walîtiyê îdia kiriye ku M.K.yî xwe parastiye û rojnameger bi “çêkirina nûçeyên ji bo berjewendiyên rêxistinê û ziyandana emniyete” töhmet kiriye.
Walîtiyê ji dozgeriyê re nivîsek nivîsandiye û tê de îdia kiriye ku polîsê fanêre sor xwe parastiye û ji bo çeka xwe ya li ser navê wî hatiye tomarkirin biparêze, deste xwe avêtiye wê.
Walîiyê her weha îdia kiriye ku Ajansa Mezopotamyayê ya dîmen weşandiye, “ji bo berjewandiyên rêxistinê tiştan parve dike” û li gorî Xala 6an a Qanûna Derbarê Dadgehkirina Karmendên Dewletê û Wezîfedarên din ên Dewletê de ya bi hejmara 4483yan destûrê nade lêpirsîna polîsî bê kirin.
Rojnamegerên polîsan gef li wan xwariye û derb li wan daye, wê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Wanê bidin.(HA/FD)