Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rayedarên Partiya Zaferê nehiştiye tîma Kurdistan24ê civîna Kemal Kiliçdaroglû û Umît Ozdagî bişopîne.
Îro li ber avahiya Navenda Giştî ya Partiya Zaferê, namzetê hilbijartina serokomariyê yê Tifaqa Netewparêz Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdagî civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Beriya civînê, tîma Kurdistan24ê xwestiye ku mikrofona xwe dayne li ser kursiyê ya wê Kiliçdaroglû û Ozdag li ber wê civîna çapemeniyê pêk bînin.
Lê rayedarên Partiya Zaferê destûr nedaye ew mikrofona xwe deynin.
Li gorî ku rojnameger Hayrî Demîrî ji cihê bûyerê ragihandiye, nûnerên rêxistinên rojnamegeran hewl daye ku tîma Kurdistan24ê mikrofona xwe deyne, lê rayedarên Partiya Zaferê gotiye, “ew weşana cudakariyê dike” û tîm asteng kiriye.
Tîma Kurdistan24ê bêyî ku civînê bişopîne, ji ber avahiyê veqetiyaye.
“Em şermezar dikin”
Sendîkaya Xebatkarên Çapemeniyê Weşangeriyê û Çapkirinê ya Tirkiyeyê (DISK Basin-Îş) û Şûbeya Enqereyê ya Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) derbarê mijarê de du daxuyaniyên cuda weşandine û rewşa heyî “şermezar kirine”.
Rêveberên Partiya Zaferê nehiştin tîma Kurdistan24ê daxuyaniya çapemeniyê ya Ûmît Ozdag bi Kemal Kiliçdaroglu re bişopîne. pic.twitter.com/PEc6LtqxOw
— Kurdistan24 Kurmanci (@k24_Kurmanci) May 24, 2023
(TY/FD)