Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Qaymeqamê Nisêbînê û qeyûmê Şaredariya Nisêbînê Ercan Kayabaşî, bi rêya medyaya civakî, gefa kuştinê li nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê, Ahmet Kanbalî xwariye.
Kanbalî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye ku tê de du fotograf hene. Di herdu fotografan de jî xuya dike ku namzetê parlamenteriyê yê AKPyê yê Mêrdînê Farûk Kiliçê di hilbijartinê de hatiye hilbijartin serdana Kayabaşî kiriye.
Kanbalî diyar kiriye ku di yê beriya hilbijartinê de fotografê Ataturkî tê dîtin, lê di yê piştî hilbijartinê de nîne.
Kanbalî gotiye, “Kesê ku li Mêrdînê bûye wekîlê AKPyê, serdana kayimê Nisêbînê kiriye. Li heman cihî, li dû hev du fotoğraf hatine girtin. Herdu fotografan jî di bin heman tekste de haine weşandin. Di yê yekî de Mustafa Kemal hatiye daxistin…Ne ku ji min re xem e, lê fotografê Mustafa Kemalî bi ku de firiya?”
Kayabaşî di bin peyama Kanbalî de peyamek nivîsiye û gefa kuştinê li Kanbalî xwariye. Kayabaşî îdia kiriye ku ji ber flaşa kamerayê di fotoğrafekî de Ataturk xuya nake û Kanbal bi “kirina propagandayê” töhmet kiriye. Her weha gotiye, “Em destûrê nadin ku rêberê mezin Mustafa Kemal Ataturk û ala me ya pîroz ne ji asîmanan ne jî ji dilan bê daxin. Mişkên te yên çiyayan jî di dema xwe de ceribandin. Encam kîsên zer bû.”
DFG: Rojnameger ji bo berjewandiya civakê dikarin her tiştî bipirsin
Rojnameger û rêxistinên rojnamegeran ên pîşeyî bertek nîşanî Kayabaşî dane. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê peyamek weşanidye û gotiye, “nayê qebûlkirin ku qeyûmê Nisêbînê heqaretê li Ahmet Kanbalî bixwe û gefa mirinê li wî bixwe. Rojnameger ji bo berjewandiya civakê dikarin her tiştî bipirsin, wezîfedarên dewletê jî neçar in bersivan bidin. Em qebûl nakin ku bi gefxwarin û heqaretê rojnameger bên çewisandin.”
Kanbal, ji ber vê rewşê, wê giliyê Kayabaşî bike. (HA/FD)