Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina 11 rojnamegerên ku di 29ê Çiriya Pêşiyê de li Enqereyê hatibûn desteserkirin, duh (16ê Gulanê) li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat.
Ji ber lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê dabû destpêkirin, rojnameger di 29ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn desteserkirin. Rojnameger bi ”endamtiya rêxistinê” dihatin tohmetkirin.
Rojnamegerên girtî destên wan kelemçekirî anîn salonê. Li dawiya salona dadgehê, destên wan vekirin û ew anîn salonê. Xizmên wan destên xwe ji wan re hildan û piştgiriya rojnamegeran kirin. Rojnamegeran jî bersiva wan dan.
Piştî ku rojnameger hatin salonê, cenderme ketin navbera wan û temaşevanan.
Rojnamegerên ku tên dadgehkirin ev inMidûra Karûbarên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, Berpirsê edîtoran ê Enqereyê yê MAyê Denîz Nazlim, nûçegîhanên MAyê Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceyhan Şahînlî, nûçegîhanên JinNewsê Habîbe Eren, Oznûr Deger û nûçegîhana MAyê Zemo Aggoz û stajyerê kevn ê MAyê Mehmet Gunhan ê bi şertê kontrola edlî serbest bûye. |
Sekretera Giştî ya DISK Basın-IŞê Ozge Yûrttaş, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas û Nûnerê Tirkiyeyê yê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Ozgur Ogret beşdarî dadgehkirinê bûn.
Danişîn saet di 10.30 deqîqeyan de bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir. Serokê heyetê ji rojnamegeran pirsî ku ew çi karî dikin. Rojnamegeran jî bersiv da û got “Em rojnameger in”.
Piştî ku rojnameger axivîn û xwe parastin, heyeta dadgehê bi hinceta saet dereng e, biryar da ku li şahidê nepen guhdar nekin. Dozgerê danişînê jî daxwaz kir ku rojnameger serbest nebin.
Paşê parêzerên rojnamegeran axivîn. Parêzer Resûr Temûr li dijî biryara heyeta dadgehê derket a ku got “bila li şahidê nepen neyê guhdarkirin. Temûrî diyar kir ku bila ev nebe hincet ji bo rojnameger serbest nebin. Heyeta dadgehê gotina Temûrî qut kir û behsa deme kir. Piştî axavtina Temûrî, 20 deqîqe navber dan danişînê. %18,96ike.
Piştî navberê, heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kir. Li gorî biryara dadgehê, ji bilî belavkarekî rojnameyê, 9 rojnamegerên girtî tehliye bûn.
Dadgehkirin wê 5ê Tîrmehê dewam bike.
(HA/FD)