Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehekê sal û 3 meh cezayê girtîgehê daye her yek ji Xwediyê Îmtîyazê yê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Çelîk û Xwediyê Îmtiyazê yê Jiyan Haberê Îdrîs Yaylayî.
Çelîk û Yaylayî nûçe derbarê dozger İ. K. yî de çêkirine hatine cezakirin. Di nûçeyan de hatibû gotin ku İ. K. him dozgerê doza avêtine herdu welatiyan a ji hêlîkopterê ye û him jî yê fermana desteserkirina wan rojnamegeran daye ku nûçeya avêtina ji helîkopterê çêkirine.
Li gorî nûçeyên MLSA û MAyê weşandine, Çelîk û Yayla bi tohmeta ku “kesên di têkoşîna dijterorê de wezîfedar in, kirine hedef” hatine dadgehkirin. Dadgehkirina herdu rojnamegeran li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 2yem pêk hatiye. Yayla beşdarî danişînê bûye lê Çelîk beşdarî nebûye.
Yaylayî xwe li hemberî nêrîna dozgerî parastiye ku dozgerî di danişîna beriya vê de pêşkêş kiribû.
Yaylayî diyar kiriye ku “Di civakên demokratîk de wezîfeya çapemeniyê ne tenê ragihandin û xebatên nûçegîhaniyê ne. Her weha bûyerên derbarê mafparêziyê û civakê de dike nûçe û wan ji qada civakî re radigihîne.”
Yaylayî daxwaza beraeta xwe kiriye û gotiye ku ger ceza lê bibirin, ew qebûl nake ku biryar paşê were aşkerekirin. Heyeta dadgehê biryar aşkere kiriye û li gorî vê biryarê, her yek ji Çelîk û Yaylayî bi sal û 3 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye. (HA/FD)