Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de di 29ê Nîsanê de li 15 bajaran operasyon pêk hatibû. Di encama operasyonê de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû, edîtorê MAyê û edîtorê pirtûkxaneya zarok bîayê Sedat Yilmaz jî di nav de 17 kes hatibûn desteserkirin.
Piştî li Rêveberiya Emniyeta Enqereyê îfadeya 17 kesên desteserkirî hatiye girtin, birine Edliyeya Enqereyê da ku îfadeyê bidin dozgeriyê.
Tê çaverêkirin kesên desteserkirî îfadeyê bidin dozger. Di nava edliyeyê de “qada qedexeyan a qismî” hatiye sazkirin û gelek polîs şandine nava avahiya edliyeyê.
Rojnameger Sedat Yılmaz di dema desteserkirinê de rastî tûndkariya polîsan hatibû û di dema jêpirsînê de ji Dîcle Muftuoglûyê xebatên wê yên rojnamegeriyê pirsîne. (HA/AY)