Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Amed e polîsan li 21 bajaran bi ser malan de girtine. Di encama serdegirtinan de 10 jê rojnameger ji 100î zêdetir kes hatine desteserkirin. 18 dezgehên navneteweyî têkildarî desteserkirinan daxuyanî dane.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku bûyera desteserkirinan beriya hilbijartinê çêbûye û wiha hatiye gotin, "Em careke din destnîşan dikin ku beriya hilbijartinê divê hawirdoreke çapemeniya azad û piralî hebe."
Di metna bangawaziyê de ku desteserkirinên navborî weke “tacîza sîstematîk” hatiye binavkirin û wiha hatiye gotin: “Divê rayedarên Tirk dawî li zext û tacîzên sistematik yên dijî rêxistinên mafên mirovan, azadiya çapemeniyê, azadiya derbirînê û mafên mirovan, rojnamegerên Kurd, xebatkarên çapemeniyê, saziyên çapemeniyê, siyasetmedarên Kurd û parêzeran bînin.”
'Serdegirtin ji bo hilbijartinê ye'
Di daxuyaniyê de hatiye bibîrxistin ku serdegirtin bi tenê çend roj beriya hilbijartinê hatine kirin û wiha hatiye gotin, "Em bang li rayedaran dikin ku demildest rojnameger, parêzer û aktîvîstên siyasî yên girtî bigihînin parêzeran û hemû detayên sûcên der barê wan de bên eşkerekirin û divê demildest rojnameger bên berdan.”
Rêxistinên îmzeker
Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ)
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan(HRW)
PENa Ingilîstanê
Navenda Azadiya Medyayê û Çapemeniyê Ewropayê(ECPMF)
Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ)
Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran (IFJ)
Saziya Çapemeniya Navneteweyî (IPI)
Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA)
Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT)
PENa Amerîkayê
PENa Navneteweyî
PENa Hollandayê
PENa Norwêcê
PENa Quebecê
Platforma Rojnamegeriya Serbixwe (P24)
PENa San Miguel
PENa Skoçyayê
Rêxistina Medyayê ya Başûrê Rojhilatê Ewropayê (SEEMO)
(NT/AY)