Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xebatkarê rojnameya Yeni Yaşamê Hamdûllah Bayram hatiye girtin. Bayram ji ber lêpirsîna ku derbarê 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWsê de dihate kirin, di 16ê Adarê de li Mêrsînê hatibû desteserkirin. Bayram ji vir şandibûn Enqereyê.
Bayram piştî ku dozgerî îfadeya wî wergirtibû bi daxwaza girtinê ew şandibû ber destê Dadweriya Aştî û Cezayî.
Dadweriyê jî biryara girtina Bayramî daye û ew şandine Girtîgeha Sîncanê.
Lêpirsîn li Enqereyê tê kirin
Bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan de 11 rojnameger hatibûn desteserkirin. 9 ji wan di 29ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn girtin. Piştî girtina wan bi sê mehan îdianame ji bo wan hatibû amadekirin.
Dozger Zafer Ergunî di îdianameya 210 rûpelan de, rojnameger ew ji ber karûbarên wan ên rojnamegeriyê tohmetbar kiribû. Dozgerî îdia kiribû ku rojnameger “endamên rêxistinê ne”.
Dozgerî xwestibû ku her yek ji 11 rojnamegeran bi 15 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin. Dadgeha Cezayê Giran a 4an a Enqereyê îdianame qebûl kiribû. (HA/FD)