Fotograf: İdil Toffolo / Alamy (Freedom House)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Freedom House, saziya fkr û ramanê 50emîn rapora xwe ya berawerdî ya salane weşandiye. Navenda Freedom House-ê li Washingtonê ye.
Yana Gorokhovskaia, Adrian Shahbaz û Amy Spilowitzî rapor amade kiriye û sernavê raporê “Sala 50emîn a di Têkoşîna Demokrasiyê de” hatiye weşandin. Freedom House-ê di raporê de rewşa azadiyê ya 195 welat û 15 herêman a di sala 2022yan de nîqaş kiriye. Li gorî raporê azadiya cîhanî li pey hev sala 17an jî bi paş ketiye.
Freedom House-ê di raporê de welat di bin navê “azad”, “hinekî azad” û “ne azad” de kiriye sê beş. Îsal ji 195 welatan jê 84 welat “azad”, 54 welat “hinekî azad”, 57 welat jî “ne azad” in. Li 34 welatan rewş ber bi başbûnê ve diçe, li 35 welatan jî rewş xirab dibe.
Di raporê de Tirkiye di kategoriya “welatên ne azad de ye”. Heman saziyê di sala 2018an de diyar kiribû ku Tirkiye, “hinekî azad e.”
Freedom House-ê destnîşan kiriye ku hewldana derbeyê ya 2016an, demeke dirêj e mafên siyasî û azadiyên sivîl asteng dike: “Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û AKPyê bûyer ji bo rakirina kontrol û hevsengiyên demokratik ên girîng û tasfiyekirina dijberên xwe yên siyasî mafdar derxe, bikar aniye.”
Saziyê bal kişandiye li ser hilbijartinên wê îsal li Tirkiyeyê çêbibin û gotiye ku ji ber polîtîkayên desthilatê divê lêkolîn li ser hilbijartinê bê kirin.
Her weha diyar kiriye ku bi “qanûna dezenformasyonê” ya par hatibû qebûlkirin wê zext û zor bêhtir li ser kampanyayên mixalefetê û medyaya serbixwe bên kirin. (HA/FD)