Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
9 meh in ku îdianame ji bo 16 rojnamegerên di 8ê Hezîrana 2022yan de li Amedê hatibûn desteserkirin, amade nebûye. Rojnameger di 16ê Hezîranê de hatibûn girtin.
Parêzerê rojnamegeran Resûl Temûrî diyar kiriye ku ew bi dozger re axiviye û dozgerî jê re gotiye, “Gelek materyalên dijital hene, divê lîsteya wan bê nivîsîn.”
Dozgerî her weha destnîşan kiriye ku avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê di dema erdhejê de ziyan dîtiye û piştî midûreyet bar bike cihekî din, ew ê lîsteyê amade bike.
Serdozgerî jî heman tişt gotiye
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî derbarê lêpirsîna rojnamegeran de bi Serdozgerê Komarî yê Amedê re axiviye.
Serdozgerî jî bi heman şêweyî gotiye ku “Dokûmanên dijîtal zehf in, ji ber wê tiştek ji destê wan nayê.”
Çi bûbû?
Polîsan di 8ê Hezîrana 2022yê de bi ser mal û saziyên medyayê ve girtibûn û 20 jê rojnameger 22 kes desteser kiribûn.
Du caran dema desteserkirinê ya 22 kesan dirêj kiribûn û ew di 15ê Hezîranê de biribûn edliyeyê.
Rojnamegeran heta 16ê Hezîranê îfade dabûn dozgeriyê û di 16ê sibehê de, 16 rojnameger bi tohmeta ku "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin. Rojnameger biribûn Girtîgeha Tîpa Dyê û Girtîgeha Jinan a Amedê.
Di dema îfadegirtinê de dozgerî, bername, nûçeyên ku çêkirine, çavkaniyên wan ên nûçeyan û axavtinên wan ên bi rêya telefonan ên bi çavkaniyên wan er ji wan pirsî bû. Kompûter, kamera, sîstemên deng û ronahiyê, hard dîskên ku ji komputerên montajê hatine derxistin, pirtûk, arşîvên rojnameyan û kovarên li Tirkiyeyê tên weşandin yên di dema serdegirtinan de li malan û saziyên medyayê dest danîbûn ser, weke delîlên sûcan pêşkêş kiribûn.
Rojnamegerên ku hatibûn girtin ev in: Hevserokê Komeleya Rojnamegeran ê Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWSê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen. (HA/FD)