Fotograf: Ji rapora EFJyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê (EFJ) rapora xwe ya sala 2022yan aşkere kiriye.
Rapor 83 rûpel e û bi sernavê “Li Ewropayê Şer û Têkoşîna ji bo Mafan” hatiye weşandin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku sala par, şerê di navbera Rûsya Ûkraynayê de mohra xwe li rojnamegeriyê xistiye. Her weha hatiye gotin ku “Li hin deverên Ewropayê jî şer li dijî rojnamegeran hatiye ragihandin.”
Di dema ku Rûsyayê Ûkrayna dagir kiriye bi kêmanî 12 rojnameger û medyakar dema kar dikirin hatine kuştin, 21 ji wan jî birîndar bûne.
EFJyê di rapora xwe de cezayên pereyan yên ku Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) daye kanalên televîzyonan û saziyên çapemeniyê yên mixalif û “Qanûna Dezenformasyonê” hatine rexne kirin: “Medyaya serbixwe rastî cezayên pereyan û dubarekirî yên Saziya Îlanên Çapemeniyê (BIK) û RTUKê û astengiyên madî hatin.”
Beşa ku di raporê de behsa Tirkiyeyê dike wiha ye:
Li 8 welatan 127 rojnaemger girtî bûn
“Ji bilî dema Rûsyayê Ûkrayna dagir kir rojnameger hatin kuştin, rojnameger Gungor Arslan jî ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hate kuştin.
Dema sala 2022yan qediya, li Azerbaycan, Gurcistan, Polonya, Rûsya û li Ûkraynayê herêmên di bin dagirkeriya Rûsyayê de, li Tirkiye û Brîtanyayê 95 rojnameger di girtîgehan de bûn.
52 ji wan li Tirkiyeyê girtî bûn. Zext û zor herî zede li Belarûsê bû û li vir 32 rojnameger ji ber sedemên siyasî girtî bûn.
Rojnameger bi sîxuriyê, sûcên têkildarî terorîzmê, gendelî, bertil û mixalefeta li dijî erkdarê dewletê hatin tohmetkirin.
Dewletên ku endamên Konseya Ewropayê hin qanûn pejirandin ku bi van qanûnan azadiya xweîfadekirinê û rojnamegeriya serbixwe tê sînordarkirin. Qanûnên nû yên li Azerbaycanê hatine qebûlkirin, him ji bo rojnamegerên herêmî û him jî yên biyanî zêde zêde astengiyan derdixin, Tirkiye jî di pêkanîna qanûna heqareta li Serokomarî û ‘qanûna dezenformasyonê’ de biisrar bû.”
Ji bo tevahiya rapora bi ingilîzî, bitikîne
(AS/FD)