Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahînlî, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatibû girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin. Derheqê Şahînlîiyê de bi îdiaya ku “Propagandaya rêxistinê kiriye” dozeke din hatiye vekirin.
Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ve hatiye amadekirin û Şahînlî ji ber tevlibûna çalakî û xwepêşandanên di sala 2017an de li Enqereyê tevli bûbû, hatiye sûcdarkirin.
Her wiha gelek çalakî û xwepêşandanên ku Şahînlî tev li bûye jî di îdianameyê de weke sûc hatin destnîşankirin. Şahînlî, di 5ê gulana 2017an de ji bo protestokirina êrişên hewayî yên dewleta Tirkiyeyê ên li dijî Şengalê û bîranîna endamên BOGê Asiye Ozlahlan, Ozge Balî, Cenk Kilagoz û Yûsûf Akay tev li çalakiya li Parka Haci Bektaşî Velî ya li Mamak a Enqereyê bûbû. Tevlibûna van çalakiyan di îdianameyê de hatine bicihkirin.
Parvekirinên li ser medyaya civakî
Di îdianameyê de dozger cih da parvekirinên li ser medyaya civakî. Şahînlî li ser twîta DEV-GUÇê ya têkildarî Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku ketibûn greva birçîbûnê gotibû; “Dê rojên me jî bên. Dê baskê çûkan li gulan bikeve û dê çûk li ser pişta xwe bi gulan bifirin” jî weke sûc hat qebûlkirin.
Şahînlî, twîtên DEV-GUÇê yên derheqê Bayraktaroglû de jî parve kiribû û ev yek weke sûc hat nîşandan.
Dozger, xwestiye ku Şahînlî bi tohmeta ku “Propagandaya rêxistinê kiriye” were cezakirin. Îdianame 20emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê qebûl kiriye û danişîna destpêkê a dozê sibe dê were lidarxistin.(NK/TY/AY)