Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Komeleya Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul, derbarê îdiaya ku dibêje îstîsmar li zarokekê hatiye kirin de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandibû di 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de hatibû girtin. Aygul di 22yê Kanûna Pêşiyê de jî serbest bûbû.
Bi mahneya Yaseya Dezenformasyonê doz li Aygulî hatibû vekirin. Aygul ji ber vê rewşê duh cara pêşiyê li Dadgeha Asliye Cezayê ya 1em a Tetwanê hate dadgehkirin. Di danişîna yekem de heyeta dadgehê ew bi 10 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Nûnerê Tirkiyeyê yê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Ozgur Ogret û parêzera Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Ulku Şahîn beşdarî dadgehkirinê bûne.
Aygul bi tohmeta ku “zanyariyeke gel bixapîne bi rengekî aşkere belav kiriye” (Yaseya Cezayan a Tirkan 217/A) hatiye dadgehkirin. Rojnameger Aygulî yaseya dezenformasyonê protesto kiriye û xwe neparastiye.
Dozgerê danişînê nêrîna xwe ya derbarê esasê de aniye ziman û xwestiye ku Aygul ji 1 salê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.
Dadwerî ji Aygulî xwestiye ku ew xwe li beramberî vê nêrînê biparêze, lê Aygulî mafê xwe yê bêdengiyê bikar aniye.
Heyeta dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku Aygulî tohmeta ku lê hatiye barkirin pêk aniye û ew bi 10 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Heyetê her weha biryar daye ku aşkerekirina biryarê û bicihanîna cezayî neyê taloqkirin.
Ger ev ceza li dadgeheke berztir bê pesendkirin, ji ber ku Aygul beriya niha jî hatibû cezakirin, wê 10 mehan li girtîgeheke sergirtî bê girtin.
Bixwîne - Rojnameger Sînan Aygul serbest bûye
Bixwîne - Rojnamegerê ku nûçeya tacîzê çêkiriye hatiye girtin
Çi bûbû?
Rojnameger Sînan Aygul, piştî nûçeya tacîzê ya li Bedlîsê bi iddiaya ku "kîn û dijminatî xistiye nava gel" hatibû desteserkirin. Dadgehê biryara girtina wî dabû.
Aygul bûyera desteserkirina xwe li ser Twîtterê ragihandibû û gotibû, "3 saet berê min nûçeya tacîzê çêkiribû. Ji ber vê nûçeyê bi iddiaya ku min "kîn û dijminatî xistiye nava gel" ez hatim desteserkirin. Polîs niha li malê lêgerînê pêk tîne. Ew ê min desteser bikin û bibin qereqolê."
Aygulî têkildarî îstîsmar û tacîza li zaroka 14 salî ya li Tetwana Bedlîsê li ser hesabê Twîtterê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku kesên gumandar polîs û çawîşek in.
Dadgehê bi iddiaya ku "kîn û dijminatî xistiye nava gel" biryara girtina Aygulî dabû. (HA/FD)