Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegerê bi ezmûn Mûrat Inceoglû bû Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Tevna Ragihandina Serbixwe bîanetê.
Inceoglû demeke dirêz li TV 8ê weke şefê nûçeyan xebitîye. Ji bilî vê di rojnameya Sabah, Milliyet, Yeni Yuzyıl, Cûmhûriyet û saziyên wekî Radyo Cûmhûriyet, İMC TV, Kent TVyê de xebitiye. Herî dawî Înceoglû li Gazete Dûvarê weke rêvebirê nûçeyan dixebitî. Înceoglûyê ku di gelek saziyan de rojnamegerî û rêveberî kirî, zewicî ye û zarokek wî heye. Kûçikek wî heye bi navê Hayta ku di heman malê de dijîn.
*Beşek ji ekîba bîanetê
"Min dixwest bibim dengê kesên ku dixwazin weke mirov bijîn"
Înceoglû di gotara xwe di bianetê de ya bi navê "Piştevaniya Derengmayî ya Rojnamegeran" ya ku ji bo rêze nivîsên "Têkoşînên Maf yên salên 90î" nivîsandiye de qal dike ku çawa dest bi rojnamegeriyê kiriye:
"Berî salên 80 ez di lîseyê de bûm û ez qet nedifikirîm ku rojnamegeriyê bikim. Her roj nûçeyên nebaş dihatin lê em ciwan bûn, gelek ciwanên mîna me li dora me hebûn, me bawer dikir ku em ê bi her re cîhanê biguherînin.”
*Rojnameger di doza Metîn Goktepeyî de ne(yê di navberê de ye Mûrat Inceoglû ye)
“Dema em hatin salên 90î ez bûbûm rojnameger û ji bo ku xwe bigihînim îdealên xwe, min dixwest bibim dengê kesên ku neheqî li wan hatine kirin, yên ku rastî zilm û îşkenceyê hatine, bi kurtasî yên ku dixwazin weke mirov bijîn.”
“Piştî ku min dest bi karê xwe kir, di bin sîwana Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) de min gelek kes nas kir ku em xwedî heman nêrîn û fikrê ne. Hîskirina ku mirov ne bi tenê ye her tim hêzê dide.”(AO/AY)