Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Freedom House saziya ku navenda wê li DYAyê ye duh (31ê Kanûna Paşiyê) ji bo rojnameger û mafparêzên li seranserê cîhanê dibin hedef, bi navê "Înîsiyatîfa Azadiyê ya ji bo Dîlên Siyasî" kampanyayek daye destpêkirin.
Bi vê înîsiyatîfê, Freedom House wê çavdêriyê li rewşa çalakvanên hatine girtin an jî ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin bike û derbarê wan de dokûmenan berhev bike. Her weha ji bo azadiya van mafparêzan wê kar û xebatan bike.
Freedom House-ê ji bo vê mijarê bi navê "Hemûyan serbest bikin (free them all)" malperek vekiriye û derbarê kampanyayê de zanyarî weşandine.
Safiye Alagaş jî di lîsteyê de ye
Di malperê de behsa hinek mafparêz û rojnamegerên girtî jî hatiye kirin ku ji Kubayê luis Manuel Otera Alcantara û Maykel Castillo Perez, ji Nîjeryayê Mubarak Bala, ji Fasê Nasser Zefzafî, ji Vîetnamê Nguyễn Văn Hoá, ji Erebistana Siûdiyê Salma al-Shehab, ji Rûsyayê Server Mûstafayev, ji Kamboçyayê Theary Seng û ji Kamerûnê jî Tsi Conrad in ev kes.
Di nava van kesan de Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Safiye Alagaş jî heye ku ew di 16ê Hezîrana 2022yan de li Amedê hatibû girtin û heta niha jî di girtîgehê de ye. Her weha hîna ji bo Alagaş û 15 rojnamegerên din îdianame amade nebûye.
Freedom House di nivîsê de gotiye Alagaş bi rojnamegerên din ên jin re di heman qawişê de ye û behsa şert û mercên Safiye Alagaşê yên di girtîgehê de kiriye.
Saziyê her weha ji nameya Safiye Alagaşê ya ji girtîgehê şandiye jî beşek weşandiye ku Alagaşê tê de behsa tacîz û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê li wan bûne kiriye.
Çi bûbû?
Polîsan di 8ê Hezîrana 2022yê de bi ser mal û saziyên medyayê ve girtibûn û 20 jê rojnameger 22 kes desteser kiribûn.
Du caran dema desteserkirinê ya 22 kesan dirêj kiribûn û ew di 15ê Hezîranê de biribûn edliyeyê.
Rojnamegeran heta 16ê Hezîranê îfade dabûn dozgeriyê û di 16ê sibehê de, 16 rojnameger bi tohmeta ku "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin. Rojnameger biribûn Girtîgeha Tîpa Dyê û Girtîgeha Jinan a Amedê.
Di dema îfadegirtinê de dozgerî, bername, nûçeyên ku çêkirine, çavkaniyên wan ên nûçeyan û axavtinên wan ên bi rêya telefonan ên bi çavkaniyên wan er ji wan pirsî bû. Kompûter, kamera, sîstemên deng û ronahiyê, hard dîskên ku ji komputerên montajê hatine derxistin, pirtûk, arşîvên rojnameyan û kovarên li Tirkiyeyê tên weşandin yên di dema serdegirtinan de li malan û saziyên medyayê dest danîbûn ser, weke delîlên sûcan pêşkêş kiribûn.
Rojnamegerên ku hatibûn girtin ev in: Hevserokê Komeleya Rojnamegeran ê Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWSê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen. (HA/FD)