Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Derhênera belgefîlman, rojnameger û akademîsyen Sîbel Tekîn tehliye bûye. Tekînê derbarê pêkanîna saeta havînê ya daîmî de bi navê "Jiyanhen di reştariyê de destpê dikin" belgefîlmek amade dikir. Di dema amadekirina vê belgefîlmê de bi îdiaya ku keşif dikir û endama rêxistinê ye, hatibû desteserkirin û girtin.
Heyeta Dadgeha 26an a Cezayê Giran a Enqereyê di danişîna demkî de gotûbêj li ser rewşa Tekînê kiriye. Li gorî zanyariyên rojnameger Sîbel Yuklerê dane û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) weşandine, di vê daneşînê de, nirxandin li ser nêrîna dozgerî hatine kirin.
Dozgerî di raya xwe de diyar kiriye, şik û gûmanên xurt hene ku Tekîn "endama rêxistina terorê ya çekdar e" û gûman heye ku bireve, hîna paraznameya wê nehatiye wergirtin û ji ber van sedeman jî divê neyê tehliyekirin.
Heyeta dadgehê piştî ku daxwaznameya parêzera Tekînê Mehtap Sakinciyê ya di 26ê Kanûna Paşiyê de pêşkêş kiriye, xwendiye, Tekîn bi biryara kontrola edlî tehliye kiriye.
Tekîn ji 17ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan û vir ve girtî bû. (HA/FD)