Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Rojîn Altay, xebatkara Yenî Yaşamê di Şemiya 28ê Kanûna Paşiyê hatiye desteserkirin.
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê rojnameger Rojîn Altay di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stengbolê ve hatiye destpêkirin de li Balafirgeha Sabîha Gokçen hatiye desteserkirin.
Altay pişt re birine Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê. Li emniyetê bi telefonê li bavê Altayê geriyane û gotine keça te hatiye desteserkirin. Sercan Korkmaz, parezera Altayê li Rêvebiriya Emniyeta Vatanê geriya ye û xwestiye bi Altayê re hevdîtinê pêk bîne lê ji parêzerê re gotine hevdîtin bi dema 24 saetan hatiye astengkirin û derbarê sedema desteserkirinê de tu zanyarî nedane.
Parêzer Sercan Korkmazê roja Yekşemê bi Altayê re hevdîtin pêk aniye. Lê belê ji ber ku li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye sedema desteserkirina wê fêr nebûye.
Derbarê Altayê de biryara rojekê din a desteserkirinê heye.
(HA/AY)