Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sevîn Coşkûn, Parlamentera Mûşê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê de rewşa nûçegîhanên girtî yên JinNews û Ajansa Mezopotamyayê aniye rojevê.
Coşkûnê di meclîsê de têkildarî rojnamegerên girtî diyar kiriye û gotiye, ““Rojnameger tevî hemû zextan di bin her şert û mercî de wê rastiyê binivisînin.”
“Hilbijartin nêzîk bûye û hikûmet dixwaze rê bigire ku haya civakê ji rastiyan çênebe, çapemeniyê bê bandor bike û rojnamegeran bêdeng bike.
"Tevî vê yekê jî çapemenî hê jî îddia dike ku azadiya derbirînê û ramanê heye. Lê li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 149an de ye."
"Rojnamegerên ku rastiyan tînin ziman rastî zextan tên û tên girtin. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê 16 jê jin 88 rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne. Di 8 mehên dawî de 27 rojnameger hatin girtin. "
"Iddianameya 16 rojnamegeran nehatiye amadekirin"
Coşkunê bi bîr xistiye ku di 8ê Hezîrana 2022an de li Amedê Ajansa Mezopotamya, JinNews û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê weke hedef hat nişandan û 22 rojnameger hatin desteserkirin.”
“Materyalên rojnamegeriyê weke sûc hatin nirxandin, 16 rojnameger hatin girtin. Derbarê 16 rojnamegerên ku 8 meh in bi dosyayên vala girtî ne, hêj îdianame nehatiye amadekirin.”
“Ji ber ku ji xeynî xebatên wan rojnamegerên ên pîşeyî tiştekî din nîne. Êrîşên li ser çapemeniya azad bi vê re sînordar nînin. Di operasyona 25ê Çiriya Pêşiyê de li Enqereyê de 9 nûçegihanên ajansên MA û JinNewsê jî hatibûn girtin.”(SD/AY)