Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Iranê piştî ku rojnameger Melîke Haşimî, Saîde Şefîî û Mehrnûş Zarîî hatine desteserkirin, birine Girtîgeha Evînê.
Malpera Nûçeyan a jamaranê ku wan jî agahî ji Sendîkaya Yekitiya Rojnamegeran stendiye, nivîsiye ku li Tehranê 3 rojnamegerên jin hatine desteserkirin. Her weha ajansê diyar kiriye ku her sê rojnameger li Girtîgeha Evîn a Tehranê tên girtin.
Malperê destnîşan kiriye ku Şafiîyê bi tohmeta ku li dijî rejîmê propaganda kiriye û gef li ewlekariya neteweyî xwariye tê sûcdarkirin.
Her weha malperê derbarê her 2 rojnamegerên din de agahî parve nekiriye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê, ji meha Îlona sala borî ve ku roja xwepêşandanên Jîna Mahsa Emînîyê dest pê kiriye heta niha 79 rojnameger li wî welatî hatine desteserkirin.
Li gorî rapora Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) jî piştî xwepêşandanên berfireh ên di çend mehên dawî de zêdeyî 71 rojnameger hatine desteserkirin. Li Îranê hê jî 33 rojnameger di girtîgehan de girtî ne.
Rojnamegerên ku li Îranê tên girtin, bi gelemperî dişînin Girtîgeha Evîn a li bakurê rojhilatê Tehranê. (HA/AY)