Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegerên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin û li dijî sepana lêgerîna tazî derketine, gilî kiribûn. Dozgeriyê bi hinceta “hêmayeke sûc tune ye” biryara neşopandinê daye.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de 5 rojnamegerên jin di 29ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Jinan a Sîncanê.
Di dema ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li her 5 rojnamegeran hatibû ferzkirin. Rojnameger jî li dijî vê sepanê derketine û serlêdana sûc kiribûn. Lê belê ji bo serlêdana wan biryara neşopandinê hatiye dayîn.
Dozgerî: Li gorî rêziknameyê ye
Rojnamegerên jin serî li Serdozgeriya Komarî ya Rojava ya Enqereyê dabûn û serdozgeriyê jî di 14ê Kanûna Pêşiyê de bersiv daye. Dozgeriyê jî fikraya 2emîn a xala 34 an a rêziknameya “Lêgerîn, Tetbîqata Ewlehiyê û Hejmartin a Rêveberiya Saziyên Înfazkirina Ceza û Înfazkirina Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê” weke hincet nîşan daye û îdia kiriye ku heke rêveberiya girtîgehê hewcehî pê bibîne dikare li gorî şêwazan vê sepanê bicih bîne.
Girtîgehê jî îdia kiriye ku di nava alavên rojnamegeran de 4 CD hene û ji bo tespîtkirina alavên qedexe yên ji derve hatine anîn ev lêgerîn kirine. Bi domdarî girtîgehê weha gotiye: “Di odeya lêgerînê de bêyî ku dest bidin çermê wan, li ser pêşmalkên lê hatine kirin û bêyî ku hesta şermê were binpêkirin lêgerîn li ser wan hatiye kirin.”
Dozgeriyê jî îfadeya girtîgehê esas girtiye û bi hinceta “Tu hêmanên sûc nehatine dîtin” û biryara neşopandinê daye. Li dijî biryarê rojnamegeran li Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Rojava ya Enqereyê îtiraz kiriye.
Çi bûbû?
Di 25ê Çiriya Pêşiyê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Stenbol û Manîsayê 11 rojnameger hatibûn desteserkirin.
Li 5 rojnamegerên jin ên ku derxistin Edliyeya Enqereyê lêgerîna tazî hatibû ferzkirin. Li gel ku emniyetê gotibû tu hêmanên sûc di nava alavên rojnameger Şahînlî de nehatine dîtin jî, girtîgehê bi hinceta ku CDyek di nava cilên wê de derketiye, lêgerîna tazî li hemû rojnamegerên jin ferz kiribû.
(EMK/AY)