Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sînan Aygul, Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê û Berpirsê Weşana Giştî yê Bîtlîs Newsê ji ber ku li Tetwana Bedlîsê îstismara li zarokekê hatiye kirin, kiribû nûçe û ew weşandibû, di 14ê Kanûna Pêşiyê de hatibû girtin. Aygul duh tehliye bûye.
Komeleya Xebatên Hiqûqî û Medyayê (MLSA) agahiya ku Aygul serbest hatiye berdan parve kiriye û gotiye ku ji bo girtina rojnamegerî Qanûna Dezenformasyonê (TCK 217/A) weke bingeh hatiye nîşandan.
Çi bûbû?
Rojnameger Sînan Aygul, piştî nûçeya tacîzê ya li Bedlîsê bi iddiaya ku “kîn û dijminatî xistiye nava gel” hatibû desteserkirin. Dadgehê biryara girtina wî dabû.
Aygul bûyera desteserkirina xwe li ser Twîtterê ragihandibû û gotibû, “3 saet berê min nûçeya tacîzê çêkiribû. Ji ber vê nûçeyê bi iddiaya ku min “kîn û dijminatî xistiye nava gel” ez hatim desteserkirin. Polîs niha li malê lêgerînê pêk tîne. Ew ê min desteser bikin û bibin qereqolê.”
Aygulî têkildarî îstîsmar û tacîza li zaroka 14 salî ya li Tetwana Bedlîsê li ser hesabê Twîtterê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku kesên gumandar polîs û çawîşek in.
Dadgehê bi iddiaya ku “kîn û dijminatî xistiye nava gel” biryara girtina Aygulî dabû.(TY/AY)