Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) duh (5ê Kanûna Pêşiyê) li Galata Postaneyê bernameyek li dar xist û rapora xwe ya salane aşkere kir.
Sazî ji sala 2018ê û vir ve dozên azadiya xweîfadekirinê dişopîne. Rapora MLSAyê behsa pêşketinên di navbera 1ê Îlona 2021ê û 20ê Tîrmeha 2022yê de bûne, dike.
Hevdîrektorê MLSAyê Veysel Ok di civînê de axivî û got ku ew ji sala 2017ê û vir ve dadgehkirinên derbarê azadiya xweîfadekirinê de dişopînin û her roja diçe hejmara lêpirsîn û dozan zêde dibe.
Okî diyar kir ku kesên tên dadgehkirin nizanin bê ka li salonên dadgehan wê çi derkevin pêşberî wan û ew ji bo mafê darizandina adil kar dikin.
Apelt: Hêvî dikim ku pêwîstî bi projeyên çavdêriya dozan ên li Tirkiyeyê nemîne
Paşê Okî ji Weqfa Friedrich Naumannê (FNF) Dîrektora Tirkiyeyê Beate Apelt axivî. FNF piştgiriya MLSAyê dike.
Apeltê got, “Dema hûn li raporê binêrin hûnê bibînin ku dozên li rojnamegeran, parêzeran, xwendekaran, aktivîstan vebûne yên binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ne.”
Piştî Apeltê Koordînatorê projeyê yê MLSAyê û nivîskarê raporê Mûrat Mumtaz Kokî behsa naverokê kir. Kokî got ku di 41 dozan de 67 kes dihatin dadgehkirin bi 299 sal û 2 meh û 24 roj cezayê girtîgehê hatine cezakirin.
Li ser pirseke bianetê ku derbarê hejmara rojnamegerên girtî de Veysel Okî got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê bi qasî piştî 2016ê rojnameger nînin. Demekê hejmar bûbû 180. Hejmara rojnamegerên hatibûn girtin û berdan, 800 jî derbas kiriye. Ev rewş êdî veguheriye polîtîkaya çewisandinê. Hikûmet ji bo medyaya navnetewî, gotina “li Tirkiyeyê hejmara rojnamegerên girtî kêm bûye” xurt bilêv dike.”
Kokî jî got: “Hikûmet ji xwe dibêje yên li girtîgehan ne rojnameger in. Doz bi xwe bûne cezakirin. Ya duyem jî tiştek bi navê ‘taloqkirina aşkerekirina cezayî’ heye. Di dema dadgehkirinan de biryarên cezakirinê tên dayîn le ev tişt tê bicihkirin û ceza taloq dibin. Ev polîtîkaya tirsandinê ye. Lê heta niha min nedîtiye ku rojnamegerekî/ê jî otosansur pêk anîbe. Ez hêvî dikim ku ev neguhere.” (HA/FD)