Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 15ê Adara 2016an de nûçeya bi sernava “Li Nisêbînê polîsan gule li gel reşandiye: 3 kes birîndar bûne” di rojnameya Evrenselê de hatibû weşandin. Çagri Sari, Rêvebira Karên Nivîsan a Berpirsiyar û Arîf Koşar, Xwediyê Îmtiyazê yên wê demê ji ber nûçeya navborî di xala 301em a TCKyê de dihat darizandin. Piştî 6 salan herdu rojnamegeran beraet kirine.
Danişîna dozê li 2emîn Dadgeha Cezê ya Esliyê pêk hatiye.
Her weha Sari û Koşar beşdarî danişînê nebûne lê parêzerê wan Devrîm Avcî li danişînê amade bûye. Di danişînê de dozger nêrîna xwe aşkere kiriye.
Di çarçoveya biryara Dadgeha Bilind de dozgerî jî daxwaza beraeta rojnamegeran kiriye.
Parêzer Devrîm Avci jî gotiye ew tevlî nêrîna dozger dibin û daxwaza beraeta miwekîlê xwe kiriye.
Ji bo biryarê navber hatiye dayîn û piştî navberê dadgehê biryara beraeta herdu rojnamegeran daye.
Çagri Sari û Arîf Koşar, xebatkarên Evrenselê ji ber nûçeya bi sernava “Li Nisêbînê polîsan gule li gel reşandiye: 3 kes birîndar bûne” bi tohmeta ku “dezgeh û saziyên dewletê piçûk xistine(TCK 301) dihat darizandin.
(HA/AY)