Fotograf: Xwenîşandareke sûdanî ya ku kuştina rojnamegera filistinî Ebu Aklehê protesto dike/dailymail
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro “2ê Çiriya Paşiyê Roja Bidawîkirina Necezakirina Sûcên li Dijî Rojnamegeran Pêk tên a Navnetewî” ye.
Civaka Giştî ya Neteweyên Yekgirtî, di 18ê Kanûna Pêşiyê ya 2013ê de, bi biryara A/RES/68/163yê bang li welatên endam kiribû û ji wan xwestibû ku li dijî çanda necezakirinê ya heyî tedbîran bigirin. Ji ber ku di 2yê Çiriya Paşiyê ya 2013ê de li Maliyê du rojnamegerên fransizî miribûn, hatiye hilbijartin.
Ev biryar biryareke gelekî girîng e û li dijî hemû tundkarî û êrîşên li ser rojnamegeran û medyakaran dibin, derdikeve. Her weha bang li welatên endam dike ku nehêlin tundkarî li rojnameger û medyakaran bibin, di rewşên wisa de hesab bidin, faîlên li dijî rojnamegeran û medyakaran sûc kirine derxin holê û wan dadgeh bikin.
Bidawîanîna necezakirinê ya sûcên li dijî rojnamegeran dibin, yek ji mijarên herî girîng e ku azadiya xweîfadekirinê û bidestxistina zanyariyan a hemû welatiyan misoger dike û diparêze. Di navbera salên 2006 û 2020ê de li seranserî cîhanê ji ber ku nûçe çêkirine û gel agahdar kirine, zêdetirî hezar û 200 rojnameger hatine kuştin. Her ji deh bûyeran, kujerên neh bûyeran nehatine cezakirin. Necezakirin, dibe sebep ku rojnameger bêhtir bên kuştin.
Bername
Ji bo pîrozkirina vê rojê, wê di 3 û 4ê Çiriya Paşiyê ya 2022yê de saet di navbera 08.00ê û 20.00ê de li Vîenayê, paytexta Awistiryayê bi beşdarbûna gelek derdoran konferansek bi navê Ewlehiya Rojnamegeran pêk bê.
UNESCO her weha ji bo balê bikişîne ser astengiyên li pêş rojnamegeran derdikevin û çîrokên serkeftinê, rêzecivînan pêk tîne. Îsal wê li ser zelalbûna înternetê û ewlehiya rojnamegerên jin civîn pêk bên.
Çi bûbû?
Di sala 23yê Çiriya Paşiyê ya 2009ê de li Girava Mindanaoyê ya Filipînan, komeke ji qebîlya Ampatuanê tevî koma kampanyeya hilbijartinê û rojnamegeran çûbûn ofîsa hilbijartinê û xwestibûn belgeyên hilbijartinê werbigirin. Hêzên waliyî yên nêzîkî serokomar Gloria Arroyoyî 57 kes kuştibûn ku 32 rojnameger û medyakar jî di nava wan de bûn. Guhertina Azadiya Xweîfadekirinê ya Navnetewî (IFEX), di 23ê Çiriya Paşiyê ya 2011ê de, ev roj weke “Roja Bidawîanîna Necezakirinê ya Navnetewî” îlan kiribûn. Di encama kar û bar û kampanyayên IFEX û saziyên azadiya xweîfadekirinê diparêzin de, NYyê 2yê Çiriya Paşiyê weke “Roja Bidawîkirina Necezakirina Sûcên li Dijî Rojnamegeran Pêk tên a Navnetewî” ragihandibû. (AEK/FD)