Li Stenbolê, rojnamegeran ji bo 9 hempîşeyên xwe yên di 29ê Çiriya Pêşiyê de hatin girtin, çalakiyek li dar xistin.
Çalakî li navçeya Beyoglûyê, li Qada Şîşhaneyê bi serpereştiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) pêk hat.
Endamên herdu saziyan û komek rojnameger beşdarî çalakiyê bûn. Her weha rojnamegeran fotografên rojnamegerên ku hatine girtin û kaxizên ku li ser wan "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin", "Generalên Biçûk ên Apê Mûsayî li vir in", "Ji Apê Mûsa û vir ve Çapemeniya Azad li ber xwe dide" hatine nivîsîn, hildan.
Rojnamegeran di çalakiyê de sloganên "Çapemeniya Azad serî natewîne", "Çapemeniya Azad bêdeng nabe" berz kirin. Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC) û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, rêveberiya HDPyê ya Stenbolê û nûnerên saziyên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê.
"Di salvegera girtina çapemeniya kurdan de rojnameger girtin"
Komeke qerebalix a ji polîsan tevî basên xwe yên desteserkirinê li cihê çalakiyê bûn û koma rojnamegeran di dema çalakiyê de dorpêç kirin.
*Reyhan Hacioglû
Di destpêka çalakiyê de edîtora rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglû axivî û got ku, di çar mehên dawiyê de 25 rojnameger hatin girtin: "Çi dikin bila bikin, Çapemeniya Azad wê serî netewîne. Dema Özgür Ülke hate bombekirin, me gotibû 'ev agir wê we jî bişewitîne'. Niha jî em dibêjin ku 'Ev bêdengî wê we jî bişewitîne'. Ji ber wê, daxuyaniya me bangewaziyeke piştgiriyê ye. Çapemeniya azad wî dîmenê ku hûn dixwazin wê nede we, em soza vê careke din didin."
Li ser navê rojnamegeran Endama Lijneya Rêveber a DFGyê Nişmiye Gulerê metna ku hatiye amadekirin, xwend. Gulerê bal kişand ser girtina rojnamegeran û girtina girtina rojname û ajansên kurdan ku di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibûn girtin:
"Li Tirkiyeyê roja 29ê Çiriya Pêşiyê, ew roja ku pêşwaziya 99em salvegera komarê dihate kirin, berê sibê Midûra Karûbarên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever, nûçegîhanên heman ajansê Deniz Nazlım, Selman Güzelyüz, Berivan Altan, Hakan Yalçın, Emrullah Acar û Ceylan Şahinli; nûçegîhanên JINNEWSê Habibe Eren ve Öznur Değer bi bêdengî hatin girtin. Nûçegîhana JINNEWSê Derya Ren jî di heman rojê de li Amedê tevî 9 hevalên hate desteserkirin û bi sedema ku cezayê wê hatiye pejirandin, hate girtin.
"Ne tesadif e ku ev dîrok hatiye hilbijartin. Di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de ajans û rojnameyên çapemeniya azad ên kurdan bi KHKyeke nîvê şevê hate derxistin, hatibûn girtin. Piştî 6 salan ji ber nûçeyên çêkirine, ajansên lê kar dikin, endamtiya wan a komeleyan û geştên wan 'sûc' hatin afirandin û biryara girtina wan hate dayîn. Ev yek ji mezintirîn nakokiyên desthilata AKP-MHPyê ye ku di her fersendê de diqîrin û behsa demokrasiyê dikin û dibêjin li welêt azadiya xweîfadekirinê heye lê azadiya xweîfadekirinê dixin bin pêyan. Bêgûman, girtina 9 hevalên me a ji hêla dadgehê ve, ji biryareke siyasî ne wêdetir e."
Gulerê diyar kir ku dozgeriyê û Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê, endamtiya rojnamegeran a ji bo DFGC weke sûc nîşan daye: "Hûn sûcan dikin. Komeleya me bi her tiştê xwe qanûnî ye û hemû cûre bacên xwe dide. Ji bo girtina hevalên me we zêde delîl nedîtin, ji ser komeleya me hûn dixwazin delîlan çêbikin, ev hewla we bêfêde ye.
"Desthilatdar wê nikaribe Rojnamegeriya Azad bêdeng bike"
"Êrîşên bi vî rengî yên li ser çapemeniya kurdan, bi armanca bêdengkirina rojnamegeran û tarîkirina rastiyan e. Desthilatdara ku di dijberî û dijminatiya kurdan de sînoran nas nake, bi ti rengî wê nikaribe rojnamegerên Çapemeniya Azad ên rastiya şerî bi her rengî ji gel re radigihînin, bêdeng bike. Xebatkarên Çapemeniya Azad ew ên ji kevneşopiya "Rastî wê ti carî di tariyê de nemînin" tên, bi hemû karên xwe nîşan dane ku ne duh ne îro serî ji ti zext û zilman re nedaniye. Em ango rojnamegerên kurd ên ku hêza xwe ji Apê Musa, Gurbetelli Ersöz, Deniz Fırat, Cengiz Altun, Ferhat Tepe û Nagihan Akarselê distînin, em ê li beramberî van êrîşan jî serî netewînin."
Nişmiye Gulerê di berdewama axavtina xwe de rexne li beşek medyayê kir ku di dema desteserkirina rojnamegeran de, weke têkiliya rojnamegeran bi PKKyê re hebe, nûçe çêkiribûn. Gulerê ew bi "berdevkiya desthilatdarê" penase kir û xwest ku dest ji vî karî berdin.
Di çalakiyê de Nûçegîhanê MAyê Ergîn Çağlar, Serokê Giştî yê TGSyê Gokhan Dûrmûş û Parlamenter Mûsa Pîroglû jî axivîn.
Çi bûbû?Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin. 2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, ku li ser daxwaza Serdozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepenîtiyê dabû. Dîsa li ser daxwaza dozgeriyê, 5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiriye. Her wiha dozgeriyê dema desteserkirina rojnamegeran rojekê dirêj kiriye. Parêzeran biryara dirêjkirina dema desteserkirinê û nepenîtiyê qebûl nekiriye. Nûçegihanên MAê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren duh hatibûn desteserkirin. Her wiha Midûra Karên Nivîsê ya MAyê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê û nûçegihanê MAyê Hakan Yalçin li Wanê hatibû desteserkirin. |
(FD)