Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan îro, destê sibehe li çendîn bajaran avêtin ser ofîsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Jinnewsê û malên rojnamegeran. Di encama van serdegirtinan de, heta niha 11 rojnameger hatine desteserkirin. Tê payîn ku hejmara rojnamegerên desteserkirî, zêdetir bibe.
Li gorî zanyariyên ku nûçegîhanê bianetê yê Amedê Mîr Alî Koçerî berhev kirine, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsînek daye kirin û bi daxwaza heman Serdozgeriyê rojnameger hatine desteserkirin. Dozgeriyê lêpirsîn, bi tohmeta ku “rojnameger endamên rêxistinê ne” daye destpêkirin.
Bixwîne - Polîsan li Amedê û Stenbolê 21 rojnameger desteser kirine
Dadweriya 2yem a Aştî û Cezayî ya Enqereyê, biryar daye ku dosya were sînordarkirin û parêzer nekaribin tevahiya dosyayê bibînin. Her weha wê destûrê nedin parêzeran ku bi rojnamegeran re hevdîtinan bikin.
Rojnamegerên ku hatine desteserkirin, wê li Amedê bên komkirin û paşê wî wê wan bi rêya bejayî bibin Enqereyê.
Rojnamegerên ku hatine desteserkirin ev in
Nûçegîhanên MAyê Selman Guzelyuz li navçeya Peyasa Amedê, Hakan Yalçin li Wanê hatine desteserkirin. Polîsan di serdegirtinên malan de dest danîne ser gelek pirtûkan jî. Guzelyuz û Yalçin birine midûriyetên polîsan a Amedê.
Dîsa li Amedê jî polîsan avêtên ser mala nûçegihanên JINNEWSê Habîbe Eren û Derya Renê û ew desteser kirine. Hat zanîn ku Ren, ji bona lêpirsînek din de hatiye desteserkirin û ew hatiye girtin. Polîsan, Ren birine girtigêhê.
Denîz Nazlim jî yek ji rojnamegerên desteserkirî ye.
Rojnameger Mehmet Gunhan ku demekê li Buroya MAyê ya li Enqereyê stajer bûye, di encama serdegirtinên li Manîsayê de hatiye desteserkirin.
Midûra Karûbarên Nivîsan a MAyê jî desteserkirî ye
Li Stenbolê Midûra Karên Nivîsan a MAye Dîren Yûrtsever desteser bûye û polîsan ew birine Midûriyeta Stenbolê.
Li Enqereyê polîsan bi ser buroya MAyê de girtine. Li gorî zanyariyan, lêgerîna li buroyê hin jî didome û di serdegirtina malan de nûçegihanên MAyê Zemo Aggoz û Berîvan Altan desteser kirine. Her wiha polîsan bi ser gelek malên din de jî girtine û lêgerîna li van deran berdewam dikin.
Acarî Malbata Şenyaşaran di şopand
Li Rihayê polîsan avêtine ser malên nûçegihanên MAyê Emrûllah Acar û Ceylan Şahînliyê. Li malan lêgerîn hatine kirin û piştre Acar û Şahîn desteser kirine.
Emrûllah Acar, nêzîkî 600 roj in Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşarî di şopand.
Her wiha Oznur Deger a ku nûçegîhana Jinnews’ê ye jî li navçeya Qosera Mêrdînê hatiye desteserkirin.
Canozer: Em ê tu caran bêdeng nemînin
*Berîtan Canozer
Nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozerê derbarê desteserkirinan de ji bianet kurdiyê re got: “Wekî hûn jî dizanin demek berê jî 16 hevalên me hatin girtin û hin jî di girtîgehê de ne. Ev zext û pêkûtiyên ku li ser çapemeniya azad ferz dibînin ne nû ne. Îro ji xwe dixwazin bi qanûna sansûrê deng û rengê rojnamegeran bitepisînin. Lê belê em ê wekî rojnamegeran ti carî bêdeng nemînin û bi her awayî hin xurtir kar û barên xwe bidomînin.”
Emniyetê MA kiriye hedef Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê derbarê desteserkirina rojnamegeran de daxuyaniyeke nivîskî û vîdeoyek weşandiye ku di vîdeoyê de dema desteserkirina rojnamegeran heye. Di vîdeoyê de polîs serê rojnamegerên ku destên wan ji paş de kelemçekirî ne, ditewînin. Di daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê de, hatiye îdiakirin ku rojnamegeran xebatên rêxistinî kiriye. Her weha Ajansa Mezopotamyayê weke hedef hatiye nîşandan û hatiye îdiakirin ku wan "bi nûçeyên xwe di nava gel de kîndarî û dijminahî çêkirine." Midûriyeta Emniyetê di daxuyaniya xwe de kamera, vênekêş, lênûsk û pirtûk weke "pirtûk/dokumanên rêxistinê" hatine nîşandan. |
(MAK/AY-FD)