Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber nûçeya ku bi ser navê "Ensar, TURGEV, TUGVA mîna rêxistinên terorê yên paralel in" hatibû weşandin, Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) doz li rojnameya Cûmhûriyetê û rojnameger Mehmet Kizmazî vekiribû. Di vê dozê de Dadgeha 9ê ya Asliye Hiqûqê ya Stenbolê biryara xwe daye.
Duh danişîna duyem pêk hatiye û rojnameger Mehmet Kizmaz beşdarî danişînê nebûye. li şûna wî parêzera wî Damla Çaltepe û parêzerê TUGVAyê Seçkîn Koç beşdarî danişînê bûne.
Parêzera Kizmazî Çaltepeyê xwestiye ku dadgeh, dosyayê bi şûn de bişîne, lê yê TUGVAyê jî xwestiye bipejirîne. Dadgehê, beşek ji daxwazan qebûl kiriye.
Paşê jî biryara xwe daye. Li gorî vê biryarê, dadgehê, rojnameger Mehmet Kizmaz û rojnameya Cûmhûriyetê bi 15 hezar TL cezayê pereyan ceza kiriye. Wê vî pereyî bidin TUGVAyê.
Çi bûbû?
Hinek dokûman li ser medyaya civakî hatibûn weşandin ku derbarê TUGVAyê de bûn. Nûçegîhanê Cûmhûriyetê Mehmet Kizmazî di 23ê Çiriya Pêşiyê ya 2021ê de bi sernavê "Ensar, TURGEV, TUGVA mîna rêxistina terorê ya paralel in" nûçeyek amade kiribû û weşandibû.
Di nûçeyê de hatibû gotin ku Alîkarê Waliyê Bedlîsê yê demê Salîh Altûnî ji bo Ensar, İlim Yayma, TUGVA û TURGEVê gotiye ku "rêxistinên terorê yên paralel".
Nûçe hate astengkirin, du caran nivîsên sererastkirinê ji rojnameyê re hatin şandin. Paşê jî du lêpirsînên cida hatin kirin û bi gilîkirina TUGVAyê doz hate vekirin.
Parêzerên TUGVAyê îdia kiribûn ku bi rêya nûçeyê "rûmeta di nava civakê û mafên şexsî" yên weqfê hatine biçûkxistin û kêmkirin û daxwaz kiribûn ku rojname bi 50 hezar TLyî bê cezakirin. Danişîna yekem di 22yê Hezîrana 2022yê de bûbû. (HA/FD)