Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yasaya ku desthilatdar jê re dibêje “yasaya deformasyonê” lê civak wê weke “yasaya sansurê” penase dike ku ji 40 xalan pêk tê piştî parlamentoyê pesend kiriye ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan peşkeş kirin.
Bixwîne-Rojnamegeran “li dijî yaseya sansurê” çalakî li dar xistin
Qanûna ku Erdoganî pesend kiriye îro di Rojnameya Fermî de weşiya ye.
Qanûna sansurê ji 40 xalan pêk hatiye û ya herî zêde rastî nerazîbûnan hatiye xala 29em e. Li gorî vê xalê tê pêşbînîkirin ku kesê sûc kiribe wê ji yekê heta sê salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Weşana demî hatiye pênasekirin û rêziknameyên li ser qertên çapemeniyê hene.
Bixwîne- Qanûna Sansurê li Meclîsê ye: Rojnameger bi maskeyên reş ketine Lijneya Giştî
Di beşa duyemîn de jî bi hinceta “têkoşîna li dijî dezenformasyonê” û “nûçeyên derew” sûcekî nû ku bi sernavê “belavkirina agahiyên şaş di nav gel de” li Qanûna Cezê ya Tirkan zêde dike.
(HA/AY)