Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Heşt rêxistinên azadiya xweîfadekirinê û mafparêziyê yên navnetewî, ji bo ku kom-civînan pîne hatiye Tirkiyeyê. Heyet wê civînan bi rojnamegeran, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Dadgeha Destûra Bingehîn û hevkarên din re, di navbera 12-14ê Çiriya Pêşiyê bicive.
Saziyên ku di nava heyetê de cih girtine ev in | |
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI) ya ku navenda wê li Vîenê ye û Komîteya Netewî ya Tirkiyeyê ya IPIyê, Şaxê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, ARTICLE 19, Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Navenda Ewropayê ya ji bo Azadiya Çapemenî û Medyayê (ECPMF), Osservatorio Balcani e Caucaso Transeuropa (OBCT) û Rojnamegerên Sînornenas (RSF). Mijarên ku wê heyet li ser wan gotûbêjan bike:
|
Fahrettûn Altûnî daxwaza wan a civînê, bêbersiv hiştiye
Heyet tevî Parlamenterê AKPyê û Serokê Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a TBMMyê Hakan Çavûşoglûyî, nûnerên CHP, HDP, IYI Partî, Gelecek Partîsî, Demokrat Partî, Saadet Partîsî, EMEP, TIP û TÖPê re civiyaye.
Heyetê daxwaza civînê li Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalinî, Alîkara Serokê Giştî ya ji Mafên Mirovan Berpirs a AKPyê Leyla Şahînê, Serokê RTUKê Ebûbekîr Şahînî kiriye. Lê van kesan ev daxwaz qebûl nekirine.
MHP, Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanyariyan (BTK), Komîsyona Platformên Dijîtal a TBMMyê, Parlamenterê AKPyê Huseyîn Yayman û Serokê Ragihandinê Fahrettûn Altûnî bersiva heyetê nedane.
“Bi destê darazê gelek astengiyan derdixin”
Heyetê derbarê hevdîtinên ku îro pêk anîne de, li Enqere, Amed û Stenbolê civîn li dar xistine. Li Stenbolê, civîn li avahiya Galata Postaneyê pêk hat.
Ji IPIyê Oliver Money-Kyrle, ji ECPMFyê Gurkan Oztûran, ji Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Rûhat Sena Akşener û ji CPJyê jî Ozgur Ogret beşdarînê bûn.
Akşenerê axavtina destpêkê ya civînê kir û got ku “Bi destê daraza kêmasiyên wê hene, gelek astengiyan li ber azadiya çapemeniyê û ya xweîfadekirinê derdixin. Gelek lêpirsînname ji bo rojnamegeran amade dikin û dikeven pey gelek rojnamegeran û nahêlin ew azad tev bigerin. Her weha êrîşên laşî jî li dijî wan pêk tên.”
Paşê Ozgur Ogret axivî û got ku, “Mixabin ewheliya rojnamegeran ji ber êrîşên laşî, sal du salên dawî her diçe xirabtir dibe. Hêzên ewlehiyê yan jî şexs êrîş dikin. Em kêmasiyên mezin di lêpirsîn û peyketina van de dibînin.”
Paşê dîsa Akşener axivî û bi van gotinan dewam kir: “Bi taybet dema rojnameger karên xwe dikin, mafê protestokirinê yên ku dibin mijara nûçeyan tê astengkirin û di heman demê de hêzên ewlehiyê zext û zordariyên cidî li rojnamegeran dikin, her weha tundkariya laşî li wan dibe. Di rastiyê de li hêlekê mafê protestokirinê tê astengkirin lê li aliyê din jî em dikarin bibêjin ku mafê azadiya çapemeniyê û nûçeyan tên astengkirin.” (HA/FD)