Fotograf: Tûgçe Yilmaz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Stenbolê destûr nedaye ku lêpirsîna Midûrê Beşa Ewlehiyê yê Midûriyeta Stenbolê Mûhammed Hanîfî Zengînî bê kirin.
Ji ber ku doktor Ekrem Karakaya li ser karê xwe hatibû kuştin, doktoran di 7ê Tîrmehê de li Stenbolê xwestibû çalakiyeke protestoyî li dar bixin. Di vê çalakiyê de polîsan destûr nedabû doktoran û Mûhammed Hanîfî Zengînî kameramanê Arti Tvyê Bîlal Meyvecî asteng kiriû. Her weha gef lê xwaribû.
Piştî ku giliyê Zengînî hatiye kirin, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Midûrekî Emniyetê yê di rêza 2yem de ji bo lêkolîna mijarê bike, wezîfedar kiriye. Midûrî "rapora pêş-lêkolînê" amade kiriye û pêşkêşî Walîtiyê kiriye. Li gorî vê raporê, destûra lêpirsîna Zengînî nehatiye dayîn. Walîtiyê ev rapor ji parêzerên Meyveciyî re şandiye.
Parêzerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) parêzeriya Meyveciyî dikin û li gorî ku wan ragihandiye, Walîtiyê îdia kiriye ku "xwenîşandan bê destûr bû, Midûrê Emniyetê Hanîfî Zengînî gelekî bi baldarî mijar şopandiye, ji endamên çapemeniyê re hatiye gotin ku nekevin nava komê û bêyî wezîfedaran asteng bikin, dikarin dîmenan bigirin, hin endamên çapemeniyê guh nedane van hişyariyan."
Ji bo dema ku Meyvecî hatiye astengkirin jî wiha gotiye: "Ti tiştek derbarê gefxwarinê de nehatiye dîtin, ti dîmen nehatine peydakirin ku pê li lingê wî kiriye, hemû gotin ji îdiayan pêk hatiye, ti tiştek nîne ku van îdiayan xurt bikin."
Walîtiyê li gorî Xala 6ê ya Qanûna Derbarê Dadgehkirina Karmend û Wezîfedarên din ên Dewletê de destûr nedaye lêpirsînê û daxwaza lêpirsîna dîsîplînê jî ne pejirandiye.
Beşa Hiqûqê ya MLSAyê li dijî vê biryarê, wê serî li Dadgeha Rêveberiyê ya Herêmî ya Stenbolê bidin.
Berê jî destûr nedabû
Di dema Meşa Rûmetê ya 26ê Hezîranê de Hanîfî Zengînî derb li hin jin û LGBTI+an dabû û ew tacîz kiribûn. Demên tacîzkirina jinekê di vîdeoyekê de hatibû dîtin.
Ji ber kiryarên wî yên di dema Meşa Rûmetê de rêxistinên mafparêz, giliyê wî kiribûn.
Walîtiyê biryara lêkolîna bûyerê dabû. Lê di encamê de destûr nedabû ku lêpirsîna Zengînî bê kirin. (HA/FD)