Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegeran îro dîsa li dijî yasaya ku desthilatdar jê re dibêje “yasaya deformasyonê” lê civak wê weke “yasaya sansurê” penase dike, çalakî li dar xistin.
Beriya hevdîtinên ku di saet 15.00an de destpê bike rojnameger û parlamenteran di Derê Çapemeniyê yê Meclîsê de çalaki li dar xistine.
Çalakiya li dijî qanûnê di nava parlamentoyê dewam kiriye. Rojnameger bi maskeyên reş ketine locaya Lijneya Giştî. Di vê kêliyê de parlamenterên CHPê rabûne ser pêyan û bi çepikan piştgirî dane rojnamegeran.
Rojnamegeran pankartên li ser “Em azadiya derbirînê û çapemeniyê dixwazin”, “Yasaya ku li dijî Destûra Bingehîne betal bikin”, Nûçeya derew li gor kê ye, li gor çî ye” nivîsandîne vekirine.
Bixwîne-Rojnamegeran “li dijî yaseya sansurê” çalakî li dar xistin
(HA/AY)