Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Saziya Îlanên Çapemeniyê ji sala 2019ê û vir ve îlan û reklamên fermî nema da rojnameya Evrenselê û di 22yê Tebaxê de mafê îlanwergirtinê bi temamî betal kir, vê carê jî Dadgeha Destûra Bingehîn ev pêkanîn pesend kiriye.
Girtiyekî ji ber ku rêveberiya girtîgehê rojnameya Evrensel nedaye wî, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye. Dadgehê di biryara xwe de gotiye, "Hezar û 800 rojnameyên din hene ku tu dikarî bikirî, tu Evrenselê nexwînî jî dibe." Li gorî vê biryarê, mafê girtiyî yê azadiya xweîfadekirinê nehatiye binpêkirin.
Di sala 2021ê de serî lê daye
Mûstafa Koca li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Sîncanê girtî ye. Di Hezîrana 2021ê de ji bo bibe aboneyê rojnameya Evrenselê, daxwaznameyek daye rêveberiya girtîgehê.
Rêveberiya girtîgehê di bersiva xwe de behsa biryara Saziya Îlanên Çapemeniyê ya derbarê Evrenselê de bibîr xistiye û daxwaza Kocayî nepejirandiye. Koca serî li Dadweriya Bicihanîna Cezayan a Kocaeliyê daye. Dadgehê jî bi heman rengî biryarek daye.
Kocayî vê carê jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye. Kocayî di serlêdana xwe de gotiye ku "ji ber daxwaza wî ya kirîna rojnameyê, azadiya wî ya xweîfadekirinê hatiye astengkirin."
Dadgehê serlêdana Kocayî qebû kiriye û gotiye ku girtî li girtîgehan bi zehmetî dikarin weşanên periyodîk bi dest bixin.
Her weha diyar kiriye ku rêveberiyên girtîgehan ji bo wezîfeyên xwe yên esasî pêk bînin, biryarên BIKê mîna 'akredîtasyon'ê qebûl dikin û ji sedî 80yî rojnameyan û 29 rojnameyên ku gelekî tên firotin, kontrol dikin.
Dadgeha Destûra Bingehîn di dewama biryara xwe de destnîşan kiriye ku Koca dikare 29 rojnameyên herî zêde tên firotin jî tê de, hezar û 800 rojnameyan bidest bixe. (HA/FD)