Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina nûçegîhana rojnameya Yeni Yaşamê Hatîce Şahînê li Dadgeha 9ê ya Cezayê Giran a Amedê dewam kiriye. Şahîn bi tohmeta ku "endama rêxistinê ye" dihate dadgehkirin. Rojnameger Hatîce Şahîn beşdarî dadgehkirinê nebûye, parêzerê wê Resûl Tîmûr beşdarî danişînê bûye.
Li gorî nûçeya Denîz Tekînî ya di malpera MLSAyê de hatiye weşandin, Heyeta dadgehê di biryara xwe de gotiye ku li gorî nêrîna wan rojnameger Hatîce Şahîn "endama rêxistinê ye" û ew bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye. Heyetê her weha diyar kiriye ku heta biryara derbarê wê de pesend nebe, tedbîra kontrola edlî ya Şahînê bila dewam bike.
Parêzerê Şahînê Resûl Temûrî gotiye ku ew ê biryarê bibin Dadgeha Îstînafê û li dijî wê derkevin.
Şahîn bi tohmeta ku beşdarî nav xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye, hevdîtinên wê yên bi rêya telefonê yên bi hempîşeyên xwe re kirine û îfadeyên şahidên nepen, dihate dadgehkirin. Dozgerî daxwaz dikir ku heta 15 salan bê cezakirin. (AÖ/FD)