Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna doza kuştina Mûsa Anterî, doza JITEMê hu ya Ayten Ozturkê li Dadgeha 6ê ya Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat. Beriya niha her sê doz kiribûn yek dosye. 5 roj mane ku doza kuştina Mûsa Anterî li gorî dema qanûnî biqede û bikeve ber “demboriyê”. Çav li rê bû ku îro heyeta dadgehê biryara xwe aşkere bike lê heyetê dadgehkirin taloq kir.
Danişîn saet li derdora 09.45 deqîqeyan destpê kir. Li gel Dîcle Anterî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan Fatma Kûrtalan, Kemal Pekoz, Abdûllah Koç, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Yildirim Kaya, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Dewletê (KESK) Mehmet Bozgeyî, Serokê rêxistina şaxê bajarê Enqereyê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Mûrat Yilmaz jî beşdarî danişînê bûn.
Parêzerê bersûc Hamit Yildirimî got ku ji ber rewşa tenduristiyê, miwekilê wî li gorî şertên kontrola yasayî tev nagere, ji ber vê jî beşdarî danişînê nebûye. Lê parêzerî ti dokuman pêşkêşî heyeta dadgehê nekir.
Anter: Zêde tiştek nema ku bê gotin
Berê Dîcle Anter weke kesê midaxilî dozê bûye axivî:
“Di nava van şert û mercan de zêde tiştek nema ku em derbarê doza bavê min de bibêjin. Dema ku bavê min hate kuştin, ji bo kurdan rojên mîna kabûsan bû, mirin li her derê bû.
“DMMEyê Tirkiye mehkûm kir, danişîn destpê kirin. Bersûc Hamit Yildirim 5 salan girtî ma, tehliye bû. Dadgehkirin anîn Enqereyê, sal derbas bûn û em hatin roja îro.
“Kuştina Mûsa Anterî wê di 20ê Îlonê de bikeve ber ‘demboriyê’. Lê di sûcên li dijî mirovan de dem nabori, ji bo ronîkirina kuştinê wê têkoşîna me dewam bike.”
“Ev doz wê bidawî nebe”
Paşê parêzer Ozturk Turkdogan axivî û got:
“Miwekilê min metirsiyên xwe diyar kirin, metirsiya herî mezin ew e ku ev doz bikeve ber demboriyê û bidawî bibe. Lê ev doz yek ji sûcên li dijî mirovahiyê ye û DMMEyê jî derbarê dozê de biryarek daye. Ji ber wê ye ku ez dixwazim bibêjim, ev doz nabe bi vî rengî bidawî bibe. Ger niyeteke we bi vî rengî hebe, dest jê berdin.
“Em dixwazin rastî derkevin holê. Lê ger hûn dozê bigirin wê mafên nû bên binpêkirin û ev doz wê bidawî nebe, dibe ku nifşê duyem di şopandina vê dozê de berdewam be.
“Dadgeha we wê rastiyê derxe holê. Daxwazên me yên cidakirinê yên li dijî demboriyê nehatin qebûlkirin. Niha hûn nikarin cida bikin, êdî ev doz bûn yek, divê heta dawiyê bi vî rengî dewam bike, nabe hûn biryara cidakirinê bidin. Ger hûn niha ji bo demboriyê biryara cidakirinê bidin, wê bi vê re bi rengekî cidî peyman (PMEE) bê binpêkirin.
“Tekez divê îfadeya Abdûlkadîr Ayganî bistînin û hemû kêmasî demildest bên temamkirin.”
Parêzerên bersûcan daxwaz kirin ku biryara demboriyê bê dayîn
Parêzerê bersûc Savaş Gevrekçiyî got ku “Derket holê miwekilê min bêguneh e, ji xwe doz ber bi demboriyê ve diçe. Ma em ê dozê bixin nava şert û mercên siyasî, an wê doz bê dîtin? Ez dixwazim doz betal bibe.”
Parêzerê Hamit Yildirimî jî got, “Miwekilê min li gorî biryara kontrola yasayî li derve ye lê ji ber rewşa wî ya tenduristiyê hefteya borî nekarîbû biçe îmzeyê bide. Mîna aliyê din, em jî dixwazin rastî derkeve holê lê dosye ketiye ber demboriyê. Yasa vekirîne. Mirov ji ber naveroka dozê xemgîn dibe lê bûyereke medyatîk e. Ji bo miwekilê min dibêjin, tetikkêş, kujer. Divê miwekilê min sûdê ji nîşana bêgunehiyê bigire. Ji bilî gotinên Ayganî yên di rojnameyê de derbarê miwekilê min de tiştekî din nîne. Em dixwazin Aygan li salona danişînê îfadeyê bide.”
Heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kir û xwest ku biryara zeftkirina bersûcên firar de dewam bike, daxwaza rakirina kontrola yasayî ya ji bo Hamit Yildirimî dewam bike.
Heyeta dadgehê daxwaza parêzerên malbata Anterî ya derbarê demboriyê de jî got ku ew ê di biryara esasî de biryara vê bidin. Her weha derbarê dawxaza Turkdoganî ya ku got, bila dosye ji hev cida nebin, wê di danişîna pêş de biryarê bide.
Dadgehkirin wê roja 21ê Îlonê dewam bike.